Netanyahu li sefera nepenî bo Misrê bi El-Sîsîs re hevdîtin pêk anî

Netanyahu li sefera nepenî bo Misrê bi El-Sîsîs re hevdîtin pêk anî

Medya siyonîstî ji zarê rayedarên emerîkî raghandin ku serokwezîrê Rejîma Îsraîlê çend mehan berî niha li sefereke nepenî bo Misrê bi serokkomarê vî welatî re hevdîtin pêk aniye û li bara Gazayê gotûbêj kiriye.

Li gorî rapora roja sêşemê ya IRNA`yê, û ji zarê Ajansa France Pressê (AFP), kanala 10ê ya televîayona Rejîma Siyonîstî raghand Benyamîn  Netanyahu serokwezîrê vê rejîmê li 22 Gulana îsal, nepenî sefera Misrê kiriye û bi Ebdulfetah El- Sîsî  serokkomarê Misrê re  hevdîtin pêk aniye û ser agirbesa li Gazayê gotûbêj kiriye.

 Ev hevdîtina li halekê bûye ku heftiyek berî wê û hevgavê avakirina avahiya balyozxana nû ya  Emerîka li Filistîna dagirbûyî piştî guhestina wê ji Telavîvê bo Qudsê, gelê Gazayê meşeke berfireh li dar xistin ku li encama wê 63 kes ji filistîniyan ji aliyê dagirkirlên Qudsê ve hatin şehîdkirin.

 Kanala 10`ê ya televîzyona Rejîma Siyonîstî ji zarê rayedarên emeîkî got  ku  Netanyahu û Sîsî li vê hevdîtinê li bara agirbesa demdirêj gotûbêj kirin. Her du alî her wiha li bara vegerandina kontrola Gazayê bo  Teşkîlata xwîdarekir a Filistînê, bêencamiya dorpêça Gazayê ji aliyê Rejîma Siyonîstî û avedankirina  binavahiyên  Gazayê gotûêj kirin. Tu yek ji rayedarên Misrê û Rejîma Siyonîstî heya niha li bara vê nûçê bertek nîşan nedane. Gelê Filistînê ji roja înê 30 Adarê heya niha her înekê meşa mezin a vegerê li dar xistine û li pêvajoya vê bûyerê, hêzên dagirkirê Qudsê, 169 filistînî şehîd kirine û nêzîkî 18 hezar kes jî birîndar kirine.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018