Nûnerê UNESCO`yê seredana nîşangeha Huner jibo Aştiyê ya li Têhranê kir

  • Kodê Nûçe : 854615
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Birêvebir û nûnerê nivîsgeha navçeyî ya UNESCO`yê li Têhranê ligel komek ji balyozên welatên curbicur, seredana nîşangeha berhemên pêncemîn fêstîvala navneteweyî ya Hunerê jibo Aştiyê ya li Têhranê kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Esther Kuisch Laroche (Êstêrkîş Laroş), birêvebirê  nivîsgeha navçeyî ya Saziya Perwerdehî, Zanistî û Çandî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UNESCO) li Têhranê, roja şemiyê li seredana vê nîşangehê, hunerê alavek bona gihîştina bi aştiyê da zanîn û got: Mûsîqa û huner ji sînoran wêdetir çûne û bi salan û bi berdewamiya nivşan, çand û zayendan, mirovan bi hev re girêdidin.

Êstêrkîş Laroş, herwiha got: UNESCO bi gellek hunermendên li cîhanê re hevkariyê dike ta ku alîkariya jordabirina peyama aştiyê û gotûbêja di navbera çandan a UNESCO`yê bike.

Ferîdûn Ferbod, birêvebirê fêstîvala Hunerê jibo Aştiyê, jî bal kişand ser vê yekê ku hunermendên îranî, berî niha morala aştîxwziya îraniyan, nîşanî cîhanê dane û got: Her li ser vê bingehê, sala par pişkek ji berhemên çar desrên buhurî yên fêstîvala Huner jibi Aştiyê, li avahiya ewrûpî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ya li Jênêvayê, hate nîşandan û îsal jî ev nîşangeha wê li avahiya NY ya li New Yorkê were lidarxistin.

Pêncemîn fêstîvala navneteweyî ya Huner jibo Aştiyê, bi berhemên hunerî yên 200 hunermendan, heya 21`ê Îlonê li Têhranê tê lidarxistin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*