Pêgiriya Endamê Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Hikûmeta Îranê li ser siyasetên yekîtîçêker ên Celal Talebanî

  • Kodê Nûçe : 858667
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Endamê Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Hikûmeta Îranê got: ``Celal Talebanî serokomarê rehmetî yê berê yê Iraqê siyasetvanek bû ku hertim li ser yekîtiya komên iraqî pêgirî dikir``.

Endamê Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Hikûmeta Îranê, doktor Elî Axamihemedî li gotûbêja digel kanala Sehera Kurdî (SAHAR TV`a Kurdî) tevî dayîna sersaxiyê bi boneya koça dawî ya Celal Talebanî li hemî gelê Iraqê, bal kişande ser berbihuriya hevaltî û nasbûna xwe ya zêde ji sih salî digel serokoamrê berê yê Iraqê û got: ``Bêguman Celal Talebanî yek ji kesayetiyên herî girîng ên siyasî li nav kurdên Iraqê bû ku stratijiya hevkariya digel birayên xwe yên şîe li Iraqê ji bo têkoşîna dijî rêjîma Beisê û azadiya hemî gelê Iraqê ji bin desthilata rêjîma Sedam damezirand``.

Doktor Elî Axa Mihemedî her wiha bal kişande ser hevkariyên dualî navbera kurdên Iraqê bi taybet Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) tev şîeyên Iraqê û got: ``Ji ber ku armanca sereke ya komên kurd li Iraqê her wiha şîeyan azadiya ji bin zilm û zora Sedam bû, em dibînin ku Mam Celal ji destpêka serhildana dijî Sedam têkiliyeka baş tev merceyiyeta şîeyan bi taybet ayetullah Hekîm hebû û ev hevkarî heta dawiya jiyana wî tev şîeyan û komên din ên sune yên dijî Rêjîma Beis hat domandin, bi awayekî ku kurd û şîe çi li sernixûnkirina Rêjîma Sedam, çi li pêvajoya sîstima rêvebiriyê ya Iraqa piştî Sedam, çi li amadekirina qanûnê û hwd li kêleka hevdu bû.

vî Endamê Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Hikûmeta Îranê her wiha bal kişande ser hewildana Komara Îslamî ya Îranê ji bo rakirina nakokiyên navbera partiyên kurdan li Iraqê ji destpêka serketina Înqilaba Îslamî heta niha û got: ``Bêguman tevdîr û aqilmendiya Mam Celal li kêleka vê hewildana Komara Îslamî ya Îranê bû sedem ku kurd jî wekî komên din ên iraqî yên dijî rêjîma Beisa Sedam, şertê filitîna ji vê rêjîma fasid û gendel û zorbêj, yekîtiyê bizanin û me dît ku Mam Celal heta di serdema serokoamrtiya Iraqê, zêdetirîn hewildan û hevkariya digel komên şîe li Iraqê pêk anî.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam