Pêşdaçûna artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê

Pêşdaçûna artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê

Mêdyayên Tirkiyê qala pêşdaçûna hêzên artêşa vî welatî li bakurê Iraqê kirin

IRNAyê ji zarê çavkaniyên nûçeyan ên tirk (Malpera haber7 a Tirkiyê) ragiahnd ku hêzên artêşa vîw elatî roja Şemiyê bi pêşdaçûna heta kûrahiya 20 kîlomitriya axa Iraqê li nêzikî bilindahiyên Qendîlê, li vê navçeyê bi cih bûne.

Çavkaniyên tirk armanca êrîşa Tiorkiyê ser bakurê Iraqê dewama serkutkirina hêzên PKKê ragihandin û ji zarê erkantiya giştî ya artêşa Tirkiyê îdia kirin ku ev êrîş di dewama êrîşa leşkerî li bakurê Sûriyê û bi armanca "Şerê dijî têrorîstan" cih hatiye.

Tevî hebûna nerazîtiya dewleta Iraqê, Artêşa Tirkiyê dibêje ku êrîşa xwe li bakurê Irqê ji bo jinavbirina baregehên PKKê didomîne.

Dewleta Tirkiyê îdia dike ku du hezar kes ji endamên PKKê li bakurê Iraqê ne, îdiaya ku rayedarên iraqî wê red dikin.

Piştî êrîşa artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û dagirkirina navçeya Efrînê, êrîşa artêşa vî werlatî li bakurê Iraqê bi mehneya serkutkirina mîlîtanên kurd girantir kiriye.

Pêvajoya Aştiyê ji bo çareserkirina kêşeya kurdan di meha Kanûna sala 2012an da li Tirkiyê dest pê bû û li pey teqîna Tîrmeha sala 2015an li bajarê Surûçê li nav koma alîgirê kurdan hat rawestandin û ji wê demê va artêşa Tirkiyê û hêzên PKKê êrîşa ser hev careka din dest pê kirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018