Pilana 6 xalî ya welatên rojavayî li dewsa giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê

  • Kodê Nûçe : 854387
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Naveroka pêşniyara 6 xalî ya welatên rojavayî bo Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê li dewsa giştpirsiya vê herêmê hate weşandinê.

Medyayên Herêma Kurdistana Iraqê naveroka pilana 6 xalî ya welatên rojava li dewsa giştpirsiya vê herêmê belav kirin.

Li gorî vê raporê Rêxistina Netewên Yekgirtî , Amerîka, Ingilîz û Firansa vê pilanê misoger dikin.

Xalên vê pilanê evanane

1- Paşdaketina giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê di bin çavdêriya Rêxistina Netewên Yekgirtî, Amerîka, Ingilîz û Firansayê.

2- Navçên neyarî li ser di navbera Hewlêr û Bexdayê herwisa di destê hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdiatana Iraqê da dê bimînin û xebat tê kirin ku ev navçana herine bin desthilata Hewlêrê

3- Rêketina Hewlêr û Bexdayê li ser bûdca Herêma Kurdistana Iraqê , mûça karmendên vê herêmê, mesela niftê û rewşa Pêşmergeyên vê herêmê di bin çavdêriya hêzxurtên cîhanî da.

4- Mûçeya 100 hezar ji hêzên Pêşmerge dê wezareta berevaniya Iraqê bide.

5- Bexda dê heq û mafê niftî yê Herêma Kurdistana Iraqê qebûl bike û nifta Kerkûkê jî carê li destê Herêma Kurdistana Iraqê be.

6- Pişkdariya kurdan li hemû pirosên birêveberî û dewletî yên Iraqê.

Hîn tu bingehekê naveroka van xalan piştrast nekiriye, eva li halekê ye ku li van rojana lobiya siyonîstî bi alîkariya aliyê tundrê li senaya Amerîka xebitiye ku pişta siyasetên Barzanî bigre û ew han dane ku giştpirsiyê birê xîne.

Hêjayî gotinê ye, îro jî piştî betalbûna du salî ya parlemana Herêma Kurdistana Iraqê, carek din nûnerên vê parlemanê civîna xwe birê dixîne lê Goran û Komela îslamî pişkdariya vê civînê nakin.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*