Qasimî: Divê Ewrûpa berpirsyariyên xwe li Rêketinnama Navokî cih bîne

Qasimî: Divê Ewrûpa berpirsyariyên xwe li Rêketinnama Navokî cih bîne

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê hêvîdar e ku Ewrûpa tam hemî berpirsiyariyên xwe cih bîne.

Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja pêncşemê li gotûbêja bi kanala nûçan a  Al-Alamê re li bara  muzakirên Îranê bi Ewrûpayê re piştî derketina Emrîkayê ji rêketinnama navokî got: Nihêrîna  Ewrûpayê li Rêketinnama Navokî tenê nihêrîneke aboriyê nîne, belkî Ewrûpa rêketinnama navokî encama hewldaneke  komî û her  wiha encama  hevdengiyekê dizane û lê dixebite wê weke destkewteke komî  biparêze.

 Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Li bara çawaiya  dewama karê Ewrûpayê hin  xalên nezelal hene û li ser vê esasê, ji bo mayîna li rêketinnama navokî, Îranê hin muzakire bi ewrûpiyan re daye destpêkirin. Helbet Yekitiya Ewrûpayê û welatên ewrûpî yên endamên  rêketinnama navokî wextekî zêde tinen û divê bi zûtirkê li vê barê li hev bikin û  xwestekên  Komara Îslamî ya Îranê cih bînin.

Qasimî bal kişand ser lidarxistina komîsyona hevpar a rêketinnama navokî ku sibê li Viyenayê tê lidarxistin û got: Ev komîsyona ser daxwaza Komara Îslamî Îranê tê lidarxistin û  taybetmendiya wê ya yekim eva ye ku Emerîka têde nîne û bi beşdariya welatên din ên endamê rêketinnama navokî tê lidarxistin.

 Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha teqez kir: Rêketinnama Navokî disiyeke  ku hatiye girêdanê ji ber ku muzakirên  tam û tekûz cih hatin da ku rêketinnama navokî  serê xwe girt û Emerîka ji rêketinnama navokî derket û pêsparteyên xwe cih neanî û nîşan da ku welatekî bawerpênekirî ye.

  Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Emerîkayê bi derketina ji rêketinnama navokî hin şaştî kirin ji ber ku fikir nedikir Îran  rastî vê mijara  maqûl were tevî ku raya giştî ya cîhanê li bara derketina  Emerîkayê ji rêketinnama navokî helwêsteke  nerênî girt ber xwe û nihêrîna  navneteweyî li bara Îranê erênî ye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018