Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî: Tenha rêka sekinîna li hemberî çavsortîya Amerîkayê, berxwedan e

  • Kodê Nûçe : 864167
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Bêdengî û paşdevekişîyana li hemberî amerîkîyan, wan çavsor dike lewma tenha rê, sekinîn û berxwedan e.

Hezretê Ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê vê sibê li hevdîtina digel bi hezaran xwendekarên medrese û zannîgehên welêt, nifşa ciwan wek pêşeng û pêşdebirê civakê bi nav kir û pêgirî kir: Ev nifşa xweşferaset û baştêgihêj, bê guman yê Îrana ezîz ji berbend û dijwarîyan derbas bike  û bigihîne cihekî baş, helbet serêxwegirtina vê armanca geş hewcedarê ``naskirina dijminê sereke û rezîl ê gelê Îranê ango Amrîkayê`` ye.

Hezretê Ayetulah Xaminêyî herwiha bibîr xist: Amerîka bi wateya tam û rastîn, dijminê rezîl û sereke ye û ev rastîya ne ji ber tesîb û reşbînîyê belkî encama tecrube, têgiheştina durist a meseleyan û dîtina rastîyên li meydanê ye.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê bal kişand ser gotinên vê dawîyê yên serokomarê Amerîkayê têkildarî têrorîstbûna gelê Îranê û got: Ev gotina ji ber bêaqiltîyê, nîşan dide ku amerîkî ne tenê dijminê rêber û dewleta Îranê ne belkî di esasê de li dijî hebûna miletekî mandîbûnnenas ku li hemberî wan sekinîye, dijminatî û kînê dajon.

Wî gotinên çend salan berî niha yên berpirsekî amerîkî ku gotibû ``divê em gelê Îranê kokbirr bikin`` bi bîr xistin û got: Ew nikarin vê rastîyê fem ibkin ku miletek bi rabhorîyeke wiha dewlemend û tijî a dîrokî û çandî nayê kokbirrkirin.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê got ku kîna kûr a Amerîkayê li hemberî gelê Îranê bûye sedema korbûna çavê amrîkîyan di warê texmîn û hesaban de û dubarekirina şaşitîyên wan û ragihand: Amerîkî komployên bêencam ên berê didomînin ji ber ku kîn û dijminatîyê, ew ji dîtin û femkirina rastîyan û nirxandina durist bêpar kirine.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha bal kişand ser dijminatîyên berdewam ên delweta Amerîkayê û got: Amerîkî niha jî ji bo xirabkirina encama muzakirên navokî ango rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê karên herî rezîl dikin.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê  herwiha temî da xwendekarên îranî ku dijminê sereke ango Amerîkayê ji bîr nekin û ev yeka şertê sereke yê domandina rêka dawîxêr a pêşeroja Îranê zanî û got: Ji bîr nekin di vê rêka zef girîng û dawîxêrê de ku hûn ber bi armancan de pêşde diçin, hûn dkarin û we ev hêza heye û di vê rêkê de dijminê we yê sereke Amerîka ye, vê yekê ji bîr nekin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*