Rêberê giranqedir ê inqilabê: Li Rêketinama Navokî pêbawerîya xwe li sê welatên ewropî neynin

Rêberê giranqedir ê inqilabê: Li Rêketinama Navokî pêbawerîya xwe li sê welatên ewropî neynin

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bal kişand ser hin gotinên têkildarî domandina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê digel sê welatên ewropî û pêgirî kir: Li muzakirên digel sê welatên ewropî nabe pêbawerîya xwe li wan bînin û ji bo her peymanekê divê hûn garantîyên rastî û piratîkî wergirin neku ev kara nabe bi vî rengî bê domandin

Hezretê Ayetulah Xaminêyî vê sibê bi boneya Hefteya Mueliman çû Zanîngeha Ferhengîyanê û li hevdîtina digel bi hezaran kes ji xwendekarên zanîngehan û moeliman bal kişand ser gotinên sivik û pûç ên Donald Trump serokomarê Amerîkayê ku şeva buhurî hilêxistin û got: Wî kesî bilî ku zêde ji deh derewên aşkira kirin, gef li gelê Îranê û Komara Islamî kir ku ez jî ser navê gelê Îranê ji wî re dibêjim`` tu fem nakî``.

Hezretê Ayetulah Xaminêyî got: Dijminatîya berdewam, kûr û rûxîner a amerîkîyan, ne dijminatîya li hemberî min an berpirsekî din ê welêt, belkî kîn û dijminatîya li hemberî Nizama Islamî û miletekî ye ku ev pergala bijartîye û di rêka wê da pêngavan radike.

Rêberê giranqedir ê inqilaba Islamî ya Îranê bal kişand ser hecethilêxistina amerîkîyan têkildarî şîyana berevanîyê û hejmonîya Îranê li navçê û pêgirî kir: Heke hûn sibê ragihînin ku em idî mûşekan çênakin an em ê birra wan bisînor bikin dîsan ev meseleya kuta nabe û bê guman amerîkî dê hecet û meseleyeke din hilêxin, ji ber ku şerê wan li hemberî me bingehîn e û Amerîka li dijî esas û bingeha Komara Islamî ye.

Wî ``serketina Inqilaba Islamî û pêkanîna Komara Islamî û qutkirina destê amerîkîyan ji Îranê`` hegerên sereke yên vê kîna giran zanîn û got: Ew dixwazin ku Pergala Komara Islamî têk bibin û careka din li çavkanîyên girîng û cîgeha istiratêjîk a Îranê serdest û hikimdar bin.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî herwiha got: Amerîkî xulamên wisa dixwazin ku wek hikimdarên hin welatên herêmê tenê bêjin ez benî û fermanan cih bînin lê, Komara Islamî rûmeta xwe û gelê Îranê dide nav çavên wan û çavê wan vê mezinatî û serfirazîyê bar nagire.

Hezretê Ayetulah Xaminêyî bal kişand ser nameya ku Trump çend rojan berî niha ji bo hikimdarên welatên dorhêla Kendava Farsê şandîye û got: Serokomarê Amerîkayê li nameya bo welatên hanê fermanê dide ku van karana bikin û karên hanê nekin, ew dixwazin bi Pergala Islamî ra jî hema bi vî rengî serederîyê bikin lê ew nikarin, ji ber ku Komara Islamî rezîlî û zelûlîya gel û welatê xwe ya di serdema Qacar û Pehlewî de veguherte serxwebûn û berxwedanê û desta ji berjewendîyên xwe nakêşe.

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî kiryara rezîl û kirêt a Trump çaverêkirî zanî û got: Kesên ku ew kîn û dijminatî li hemberî gelê Îranê dikirin, niha hestîyên wan di bin xalîyê de ne lê, Komara Islamî hela jî ser xwe ye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018