Rêberê Înqilaba Îslamî: Karê we pir baş bû / Heya ji destê we tê li ser çêkirina mûşekan bixebitin, dijmin divê şeqemê bixwe

  • Kodê Nûçe : 840860
  • Çavkanî : Abna
Brief

Çend seat piştî hemleya şanazîger a mûşekî ya spahê pasdaran bi ser navendên DAIŞê yên li Deyr Zora Sûriyê de, Rêhberê Înqilaba Îslamî Hezretê Ayetullah Xaminêyî di hevdîtineke germ û semîmî ligel hin serfermandar û fermandeyên spahê de, teqdîr û dilxwaşîya xwe ji ber xebatên spahê yên di warê mûşekî de anî ziman û got: Karê we gelekî baş bû, Xwedê ya we qebûl bike. Ev, îbadeta meha Remezanê ye.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, piştî ku çend saet di ser êrişa şanazîger a mûşekî ya spahê pasdaran li dijî navendên DAIŞê yên li Deyr Zora Sûriyê re derbasbûn şûn de, Rêhberê Înqilaba Îslamî Hezretê Ayetullah Xaminêyî di hevdîtineke germ û semîmî ligel hin serfermandar û fermandeyên spahê de teqdîr û dilxwaşîya xwe ji xebatên spahê yên di warê mûşekî de anî zimên û got: Karê we gelekî baş bû, Xwedê ji we qebûl bike. Ev, îbadeta meha Remezanê ye.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî lê zêde kir: Heya hûn dikarin, li ser mûşekan xebatê bikin; binêrin dijmin çi qas li ser babeta mûşekan hestyar û hesass e, nexwe bizanibin ku karê we çiqa girîng e.

Wî her wiha got: Hûn hemî dikarin û heya ji we tê û derfeta we heye bixebitin; divê sîle li bin guhê dijmin keve.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam