Rêberê Înqilaba Îslamî: Namzetên hilbijartinê divê soz bidin ku nêrîna wan dê ne li derî sonîran be /Li dijî her êrîşê berteka g

  • Kodê Nûçe : 826301
  • Çavkanî : Abna
Brief

Rêberê Înqilabê bal kişand ser ku Amerîkîyan di hemû deman de her karê ku ji destê wan hat, kirin lê bila hemî bizanin ku her kî êrişî miletê Îranê bike, bê goman dê bi zerara wî bi xwe biçe serî, ji ber ku reaksîyona gelê Îranê li hember tevgereke wiha dê xurt û tund be.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Rêberê Mezin Înqilaba Îslamî bi minasibeta cejna biîhtîşam ya hinartina Pêxemberê Xatem Hezretê Muhemedê Mustefa (s) di hevdîtina li gel rayedaran, beşên cihêreng ên gel û sefîrên welatên Îslamî de bî`set û hinartina Pêxemberê Îslamê wek bernameyeke nûranî, ebedî û veguhêrîner ji bo hemû civakên beşerî binav kir û li gel amaje kirina bi ravestîna li gorî amûzeyên Îslamê li hember dijiminan û zordarên cîhanê, wiha axevî: Gel bi telvî hilbijartinan bûnê re wê dijminên Îslam û Îranê bêhêvî bike. Her wiha namzetên hêja yên hilbijartinê jî divê soz bidin gel ku ji boyî pêşve birina welêt û vekirina girêkan dê çavên wan ne derî sînoran be.

Hezretê Ayetullah Xaminêyê, li gel pîrozkirina îda bimbarek a meb`esê li gelê xoşewîst ê Îranê û hemî misilmanên cîhanê, bi bîr xist: Bî`seta Pêxemberê Xatem di demekî de ku dinya loqî nav tarîtî û nezanîyê, zilm û quretîyê bibû, rû da û Pêxemberê giramî yê Îslamê li gel bangewazîya ber bi ronahîyê anku damezrandina rêveberîyeke li ser bingeha edalet û însaf û wehdet û ravestîna li dijî zilmê, nîşan da ku bernameya bî`setê ji bo hemû komelgehên însanî û li tevahîya heyaman dikare biqewime û bê îcrakirin û bibe bingeha mezintirîn şaristanîya mirovî.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, “şiyana bêalternatîf a Îslamê di warê geşedanî û bişkivîna komelgehên beşerî”, “qabilîyeta şêwandina şaristanîya dinyewî û menewî di zikhev de” û her wiha “hêza berxwedana Îslamê li hemberî destdirêjî û zilmê” wek sedemên eslî yên dijiminîya mistekbiran li gel dînê mubînê Îslamê hesiband.

Rêberê Înqilabê lê zêde kir: Damezrandina rêxistinên terorîstî ser navê Îslamê û derxistina tefrîqe û dijatîya nav bera welatên Îslamî di serî de jî li Îraqê, Sûriyê, Yemenê û Behreynê ji plangerîyên li dijî Îslamê yên Amerîkaya zalim û rejîma xebîsa sihyonîstî ye. Wî, bi bîr xist: Helbet zalimên cîhanî li gel Komara Îslamî zêdetir ji welatên dî yên misilman dijminatîyê dikin lê pirsgirêka wan a bingehîn Îslam e û misilman hemî divê vê rastîyê fêm bikin.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, têgihîştina sedemê dijminîya mistekbiran li gel Îslamê wek erka rayedarên welatên Îslamî wesifand û lê zêde kir: Dewletên Îslamî divê fêm bikin ku armanca Amerîkayê ji hevrêtîya bi welatekî Îslamî û dijminîya bi welatekî din re, xetimandina pêşîya yekîtîya cîhanê Îslamê û derxistina astengan li ser riya têgihîştina hevbeşa misilmanan derheqê berjewendîyên komelgehên Îslamî ye.

Rêberê Înqilabê ji ber serketina polîtîkayên tefrîqesaz ên Amerkîyan li navçeyê xemgîniya xwe anî zimên û axeftina xwe wiha domand: Destê talangeran di berîya hin welatên herêmê de ye û ji bo ku ev kar dewam bike hewl didin Komara Îslamî an Îranê an jî Şîetîyê wek dijiminê wan nîşan bidin, lê pêwiste hemî ji vê xalê serwext bin ku yekîtî û ravestîna li hemberî zordaran riya pêşveçûna cîhana Îslamê ye.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, ezm û îradeya gelê Îranê li beramberî zordarîyan mihkem û xurt wesifand û bi bîr xist: Gel û ciwanên şorişger û biîman û milet hemî li beramberî mistekbiran li pê ne û li her welatê ku ev li pê bûn û berxwedana ji bî`setê hatî girtin hebe, dijmin ti êrîş û ti xeletîyekê nikarin bikin.

Rêberê Înqilaba Îslamî, îman û yekîtî û hebûna gel ya li meydanê wek amilê wêrekî û li pê bûna Komara Îslamî hejmart û bal kişand ser ku başdar bûna li hilbijartinên li pêş, ji nîşaneyên girîng ên amadebûna gel li qadê ye. Wî, îşaretî alîyên cihêreng ên hilbijartinê kir û wiha axevî: Beşdarîya li hilbijartinan di nîzama îslamî de erka gel û xuyabûna pozîsyon û maf û hêza wî ye di şikldayîna serokatîya îcrayê ya rêveberîyê de. Her wiha li pê bûna yekparçe ya gel wêrekî û hêza tevger û êrîşkirinê jî, ji dijmin dibe.

Rêberê Înqilaba Îslamî, sîyasetên hevbeş û bi gef ên hemû rayedarên berê û niha yên Amerîkayê di babeta dijatîya li gel miletê Îranê wek nîşana mebesta xebîsane ya hemû tevgerên sîyasî yên vî welatî da zanîn û lê zêde kir: Amerîkîyan di hemû deman de ji bo lêdana Îranê her karê ku ji destê wan hat, kirin lê bila hemî bizanin ku her kî êrişî miletê Îranê bike, bê goman dê bi zerara wî bi xwe biçe serî, ji ber ku reaksîyona gelê Îranê li hember tevgereke wiha dê xurt û tund be.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, paşeroja gelê Îranê bi sayeya înayeta îlahî û îman û li pêbûna milet, ji berê çêtir wesifand û te`kîd kir: Divê ev îman, yekîtî û li ser piyabûna li qadê were parastin û bi riya sudwergirtina ji şiyan û qabilîyetên navwxeyî û bi bernameyî bûna aqilane, avahîya derûnî ya nîzamê wer bê xurt kirin ku dijmin ji planên xwe bêhêvî bibe û dest ji dijminatîyê berde.

Rêberê Înqilaba Îslamî, di dawîya axeftina xwe de ji berandemên hilbijartinê xwast ku di bangeşe û bernameyên xwe de sozekî bidin gel: Soz bidin ku ji bo pêşveçûna welêt, geşedanîya aborî û vekirina girêkan çavî derî sînoran nekin û li şûnê, çavê xwe berdin şiyan û potansîyelên welêt.

          


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*