Rêberê Inqilaba Islamî: Rewşa Sûrîyê û işkesta Amerîkayê li vî welatî nîşan dan ku Amerîka dikare were kontrolkirinê

Rêberê Inqilaba Islamî: Rewşa Sûrîyê û işkesta Amerîkayê li vî welatî nîşan dan ku Amerîka dikare were kontrolkirinê

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê şeva buhurî li hevdîtina digel Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê got ku hevkarîya Îran û Ûrsêtê derbarê mijara Sûrîyê de mînakeke berbiçav û ezmûneke gellekî baş a hevkarîya dualî ye ku bi wateya rastî ya hevduxurtkirinê ye.

Hezretê ayetulah Xaminêyî di vê hevdîtinê de pêgirî kir ku hevkarîyên dualî yên di navbera Îran û Ûrsêtê de dikarin meseleyên cîhanî jî bigirin ber xwe û dîyar kir: Yek ji babetên ku her du alî dikarin ser wê bi hev ra hevkarîyê bikin, mijara kontrolkirina Amerîkayê ye, çimik Waşîngton xeterek ji bo mirovantîyê ye û kontrolkirina wê jî pêkan e.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî rewşa Sûrîyê mînakeke serkevtî ya kontrolkirina Amerîkayê zanî û got: Amerîkî niha li Sûrîyê pêrgî işkesta rastî bûne û negihîştin armancên xwe.

Hezretê ayetulah Xaminêyî boykotkirina Îran, Rûsîye û Tirkîyê ji hêla Amerîkayê ve xaleke hevpar a gellekî xurt ji bo berfirekirina hevkarîyan zanî û got: Îran û Rûsîye divê tevî berfirekirina hevkarîyên sîyasî û aborî, rêketinamên li civîna Têhranê bi awayekî ciddî bişopînin.

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî li pişkeke axavtina xwe jî got: Îran heta vê gavê pêbendî sozên xwe yên di çarçova Rêketinama Atomî de bûye lê ewropîyan erkên xwe cih neanîne û eva nayê qebûlkirinê ku em sozên xwe tam bi cih bînin lê ew na.

Wî herwiha pêgirî kir: Îran derbarê Rêketinama Atomî de yê helwestekê nîşan bide ku ser xêra berjewendî û rûmeta gel û welêt be.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî herwiha got: Amerîkî 40 sal in ku dixwazin Komara Islamî ya Îranê kokbirr bikin lê me di vê heyamê de, zêde ji 40 qatî kok vedaye ku hema ev berxwedana Komara Islamî û serketinên wê mînakeke din a serketî ya girtina pêşîya Amerîkayê ne.

Hezretê ayetullah Xaminêyî herwiha pêgirî li ser hebûna zemîneya rola sîyasî ya Rûsîyê li meseleyên din ên herêmê kir û bal kişand ser rewşa xedar a gelê Yemenê û kuştina vî gelî bi destî siûdîyan û got: Siûdî bê guman li Yemenê nagihêjin encamê û nikarin gelê berxwedêr ê Yemenê bitewînin.

Serokomarê Rûsîyê jî di vê hevdîtinê de ji ber ku hin alîyên Rêketinama Atomî pêbendê sozên xwe nînin heyf û mixabinîya xwe nîşan da û got: Amerîkîyan bi pêngavên nelicî rewş xirab kirin û ewropî jî ji ber ku girêdayîyê Amerîkayê ne, ya Amerîka dike dikin, herçend ku dibêjin bi dû hin rêyan bi merema parastina Rêketinama Atomî jî digerin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018