Rêberê Înqilabê Fermandarê nû yê Biryargeha Parastina Hewayî ya Xatem El Enbiya (S) a Artêşa Îranê diyar kir

Rêberê Înqilabê Fermandarê nû yê Biryargeha Parastina Hewayî ya Xatem El Enbiya (S) a Artêşa Îranê diyar kir

Fermandarê giranqedr ê gişt hêzên Îranê, hezretê ayetullah Xamineyî bi hukmekê emîr sertîp Elîriza Sebahîferd wek Fermandarê nû yê Biryargeha Parastina Hewayî ya Xatem El Enbiya (S) a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê diyar kir.

Li gor metna hukmê Fermandarê giranqedr ê gişt hêzên Îranê, hezretê ayetullah Xamineyî, hatiye: Geşatî û xurtkirina zêdetir ji berê ya Saziya Parastinê hevrê digel naskirina armanc û taktîkî û kiryarên dijmin, xurtkirina perwerdehiyan, xwedankirina biroj a amûr û alavan û bikaranîna herî zêde a wan, hişyarî û birojbûna amadetiyan bi behrewergirtina ji taktîk û şêwazên cûrbicûr ên parastinê bi danûstandina bibandor û hevxurtker bi koma mezin a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û pişkên girêdayî yên leşkerî û berpirsan tê çaverêtîkirin.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha ji hewildan û xizmetên emîr sertîp Ferzad Ismaîlî di heyama berpirsiyariya xwe li Biryargeha Pedafenda Hewayî ya Xatem El Enbiya (S) a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê sipasî kir.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018