Rêberê Inqilabê Nîşana Fethê pêşkêşî general Seyarî kir

Rêberê Inqilabê Nîşana Fethê pêşkêşî general Seyarî kir

Hezretê ayetulah Xaminêyî fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Îranê bi nîşana rêzgirtina li xizmetên hêja û parastina sînorên deryayî yên welêt, Nîşana Fethê pêşkêşî Admîral Hebîbulah Seyarî alîkarê hevdengkirê Artêşa Komara Islamî ya Îranê kir.

Hezretê ayetulah Xaminêyî fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Îranê îro dema seredana xwe li şarê Nûşehrê li bakura welêt, li merasima raberkirina derceyên xwendekarên Zanîngehên Efserî yên Artêşa Komara Islamî ya Îranê li Zanîngeha Imam Xumêynî a Hêza Deryayî ya Artêşê pişkdar bû.

Hezretê ayetulah Xaminêyî di destpêka vê merasimê de, çû seredana mezargeha 5 hezar şehîdên bê nav û nîşan û bi xwendina Fatihê ew bibîr anîn û rêz li wan girt û paşê li ber yekîneyên hazir li meydanê re derbas bû.

Li dewama vê merasimê, Admîral Hebîbulah Seyarî alîkarê hevdengkirê Artêşa Komara Islamî ya Îranê ji ber xizmetên hêja û parastina sînorên deryayî yên welêt û parastina berjewendîyên netewî û bilidkirina ala Komara Islamî ya Îranê li deryayên navnetewî û hewildana ji bo nûjenkirina alavên hêza deryayî û avedankirina perravên Mekranê di dema ku fermandeyê hêza deryayî ya istiratêjîk a Artêşa Komara Islamî ya Îranê bû, ji hêla rêberê giranqedir ê inqilabê ve hêjayî wergirtina Nîşana Fethê hat zanînê.

Nîşana Fethê 3 derceyan digire ber xwe ku wekî sembola opêrasyona serkevtî ya hêzên îranî ya Azadkirina Xuremşehrê hatîye bijartinê ta ku pêşkêşî fermandeyên serketî yên hêzên çekdar bê kirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018