Rêberê Înqilabê: Serkirdeyên Amerîkayê nawêrin hilgirtina çekan derî qanûnî îlam bikin û pêşiya belavbûna kuştina mirovan bigrin

Rêberê Înqilabê: Serkirdeyên Amerîkayê nawêrin hilgirtina çekan derî qanûnî îlam bikin û pêşiya belavbûna kuştina mirovan bigrin

Rêberê Înqilaba Îslamî got: Serkirdeyên Amerîkayê ji belavbûna çekan û kuştina mirovan li vî welatî aciz in lê nawêrin hilgirtina çekan derî qanûnî îlam bikin.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, beşeke axaftina Rêberê Înqilaba Îslamî di hevdîtina ligel akamîsyen û kesên bijare yên zanistî ku li 13ê Dey meha 1395an bi rêve çûbû, berêvarê îro (Yekşem) di konferansa li Zanîngeha Şerîfê belav bû.

Metna axaftina Rêberê Înqilaba Îslamî bi vî hawî ye:

Hizûra we xoşewîstan li wir, wekî perçereke ku ber bi baxçeyekî dilfreh ve vedibe hem dilê me şa kir û hem jî henaseyeke taze da me û hêvîyên ku di dilê vî heqîrî de bi tewfîqa îlahî ti cara venemrîne û qels nebû, dîsa gurtir û xurttir kirin. Sewa hûn ciwanên qenc, ciwanên xoşewîst, hûn zaroyên xweyî ehlîyet û selahîyet ên vî welatî û jin û mirên sibeya vî welatî hene em şikra Xwedê dikin.

Ev şikra ku min anî zimên, ne taybetî min e; hûn bi xwe jî divê şikr bikin. Xwedê Teala fikir da we, hêza hizirînê û qabilîyet da we û tovê bijaretîyê di heyîna we de çand û gava şert û merc li hev hatin ev tov hêşîn bû û bişkivî. Semedî vî nîmetê mezin –îstîdad, qabilîyeta fikrê – yê dayî we, ji Xwedê re şikr bikin....

Tiştên ez balê dikşênim ser; jê yek, hewldan û xebata zanistî ye. Divê li zanîngehan xebata zanistî raneweste. Şikra Xwedê, hûn bijare û kesên elît in û we medalye girtiye. Medalye jî nîşane û sembol in; ango nirxa menewî ya medalyeyê ji nirxa wê ya maddî çend katan zêdetir e; nirxa wê ya menewî dide nîşandan ku hûn xwedî qabiliyet û îstîdada derûnî ne, xwedî nasnameyeke bilind in; ev medalyene tiştekî wiha ne. Lewra ev medalye ji ber sembolbûna xwe, jibilî nirxa maddî, nirxa wê ya menewî jî heye; Lomanê ez niha van diyarîyên we ji dil û can û bi şanazî qebûl dikim lê piştre ez ê wan disa li we vegerinim; ango min dil heye ku hûn van sembolan li malên xwe û li ciyê karê xwe –dema hûn bûn xweyî ciyê kar – biparêzin û mihafize bikin. Bi her hal giring e ku hûn meseleya zanistê ciddî bigrin.

Meseleyeke din a girîng eve ye; tiştê ku dê vî welatî bipergal û birêkûpêk bike, heta wê bike ku ev rêkûpêkî bi ser navçeyê, cîhana Îslamê û belkî jî bi ser hemû cîhanê de hilwere, hestyarî û girêdanîya dînî û înqilabî ye; eger ku ev girêdanîya dînî û înqilabî tinebe pêşketina zanistî bi tenê nikare welatekî, miletekî û komelgeheke însanî bextewer bike.

Ferz bikin, heke kesekî 70 sal an 80 sal berî niha ev gotin bianîya zimên, gelek kesan pê bawer nedikir; ji ber ku wê demê, derz û qelşên ku niha di avanî û laşê şaristanîya Rojavayê û welatên rojavayê de xwe dane der, hîna tinebûn. Îro ev qelş, kêmasî, sistî û hejînên bingehîn ên şaristanîya Rojavayê xwe –di jiyana ciwanan de, di ya malbetan de û di kêşandina ber bi rêşaşî û înhîrafên cûrecûr ên fikrî, pratikî û exlaqî ve – eyan û beyan kirine.

Ev tiştê ez dibêjim, îdîayeke dijminane ya ji hêla min ve li dijî serkirdeyên şaristanîya Rojavayê hatibe gotin, nîne –helbet ez li dijî wan im ango bi wan re dijmin im lê ev gotina min ji ber vê nehatiye der –belkî ji gotinên wan bi xwe hatiye der. Îro rewşa şîddetê, rewşa fesad û rizîna exlaqî, rewşa parçebûn û ji hevketina malbatê û bêçarebûna zarok û nifşên paşeroja Amerîkayê –ez qala Amerîkayê dikim; li derên din rêje ferq dikin – gihaye wê astê ku hin bîrewer û kesên dilsoj li Amerîkayê rabin û bi îsrar bibêjin; werin em rewşa film û bangeşe û peyaman, rewşa sînema û Hollywoodê û hwd., ji vê tevgera ku em bêjin li dirêjayîya van sed an heftê, heştê salên dawî de xistiye ber xwe, xelas bikin û berî wê bidin alîyên hîn exlaqîtir û nermtir. Wan bi xwe ev yek di meqaleyên xwe de nivisîne û wek agahî jî li ber destê mi nin –agahî ne – yanê ew bi xwe ji vê yekê dil bi fikar û nîgeran in.

Li ber çav bigrin, hema di nava demekî kin de (çend roj berê min xwendibû) li Amerîkayê sed kesî, bêyî ku tawan û sedemek hebe, hevdû kuştin (ew jî ne bi destê polîsan ku cînayetên wan li Amerîkayê mijareke din e; ew bi xwe hevdû dikujin), ev yek kêşe û belayekî gelek mezin e ji bo welakî.

Belavbûna hilgirtina çekan û kuştina mirovan ji welakî mîna Amerîkayê re bûye baîsa pirsgirêkan û hemû jî vê yekê piştrast dikin, jê ditirsin û jê aciz in û ligel ku derman û çareserîya vê pirsgirêkê diyar e jî lê kesek nawêre ku dest bavêjê. Çareserî çi ye? Çareserî ew e ku çek derî qanûnî bibe.

Serkirdeyên Amerîkayê cesaret nakin dest bavêjin vî karî; bi gotineke din, fîrma û şîrketên çeksaz hewqas serdest in ku senetûr û nûnerên Senaya Amerîkayê nawêrin tiştekî wisa taswîb bikin û Serokkomarê vî welatî nawêre ku vê yekê wek dirûşmeyekê biliv bike û li pişt bisekne.

Binêrin, fasidî û xerabî yanê ev; ango serdestbûna komeke mafyayî ya pereperest û hêzperest; wisa ku dezgehekî mezin ê hêza sîyasî û leşkerî yê wekî yê Amerîkayê nawêre dest bavêje karekî –girtina pişiya frotina çekan- ku qencbûna wî zelal e; eve mînakên rizîn û xerabîyê ne ku ji ber nebûna heman îdeal û armanca menewî der bûne ku civakên Rojavayî jî hêdî hêdî digêjin vê xalê. Tengijîna ciwanan, bûyerên xwekujîyê, kuştina zarokên xwe, wehştên cûrecûr ên exlaqî, cînsî û hwd., her yek jê bi serê xwe mijareke cûda ye ku li ser nîqaş heye. Heke em bixwazin welat, gel û civaka mirovahiyê bigihêje bextewerîyê, rêya xwe ev e ku em îdeal û armancên dînî û îlahî di ser hemû armancên din re bigrin; û ev yek divê bandora xwe li aborîya me, li xebata me ya zanistî, li awayê îdarekirina welêt, li hilbijartina rêveberên welêt û her wiha li tevgera me ya fikrî bike.

Şikra Xwedê îro komeke mezin a ciwanên welêt – yên besîcî, seferberîya xwendavan û kesên ser navê fikra Îslamî û înqilabî îro li welêt dimeşin û hejmara wan jî gelek zêde ye – vê hizrê dişopênin. Divê hûn vê hizrê biparêzin û bizanibin ku bûyerên cihêreng mirov li guherînên fikrî diqelibinin, rêşaşî û zawîye peydakirina meriv carna gelek hûr destpê dike lê dema berdewam dike ev fasile û dûrketina ji xeta rast û bingehîn her ku diçe zêdetir dibe. Bila haya we ji vê yekê hebe.

Karên mezin ên ku hin kesan li vî welatî kirin, jê yek meseleya înqilabê ye, ya din meseleya parastina pîroz e û yên wekî wan –ez li we ciwanan tewsiye dikim ku serpêhatîyên parastina pîroz bixweynin, ew gelek biqîmet in; ez, wek kesekî ku di cî û temenê babîrê we de me û bi xwe jî telvî şer bûme û min ji nêz ve dîye, dema wan dixwenim ji bo min nû û teze ne, ji min re girîng, nipnû û bi bandor in – û ev serketinên ku me di parastina pîroz a heşt salan de an di şoreşa îslamî de an jî di dijatîyên dijwar ên ku li nava nêzîkî çêhl salan ligel Înqilamê qewimîn de me bi dest ve anîn hemî encamên sabitqedemî û berxwedanê ne.

Yên ku rojekê bi vî hawî ne û roja din bi awayekî din in û dihênijin, mînaka vê gotina Hz. Elî (a) ne: “Ey birayê Benî Esedî! Tu li merkebekê niştîye ye ku kurtana wê sist û şimitokî ye û te hevsarê wê berdaye daku bi kû ve xwast bi wir ve biçe”. Îmam Elî (a) ew kes şibandiye hêştirekî ku barê li ser pişta wî sist hatiye girêdan û hema ku bi rê de diçe, ev bar ji vî alî ve an ji wî alî ve dikeve; teb`en nikara rast bi rê ve biçe. Divê meriv ji vê yekê bitirse, xwe jê dûr bigre. Dema em dua dikin em dibêjiin: Es`eluke`s-Sebate ala dînîke, yanê: Xwedêyo! Min li ser dînê xwe sabît bihêle. Sebat û paydarîya di rêya dîn û înqilabê de tiştekî zaf girîng e û divê bala meriv lê be. Nexwe, girêdanîya înqilabî û têkoşîna daîmî li her qadê, li ser paşeroja welêt bitesîr e.

Ji tevgera xwendavanan hate qalkirin; ev tevger bi du şeklî dikare bê şîrove kirin: Ya ewil ev e ku meriv li dijî hemû îdeal û armancan biaxife û slogana bavêje û mista xwe bişidîne; şîroveya diyem jî ev e ku meriv ji bo xizmeta armancan bimeşe; meşîneke xortane û cihadî. Di îlm û tehsîla îlmê de jî, di xebatên sîyasî yên li qadê de jî divê cihadî û micahidane were tevgerîn. Cihad hemî ne ev e ku tu şûr bikşinî û çep û rast biçerxinî û li vî an li wî bixî; cihad, newestîn e, bi hizr û mentiqeke dirust rêyek hilbijartin e, îman anîna bi wê rêka hilbijartî ye û ligel hemû dijwarî û astengên li ser rê, di wê rêyê de meşîn e û pêşve çûn e. Ev e, wateya cihadî tevgerînê.

Hêvîdarim ku Xwedê we înşallah bi serxîne...


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018