Rêberê qedirgiran ê inqilabê: Xewna aloz a zevtkirina Filistînê ji bo cihûyan û Danuistandina Sedsalê serê xwe nagirin

Rêberê qedirgiran ê inqilabê: Xewna aloz a zevtkirina Filistînê ji bo cihûyan û Danuistandina Sedsalê serê xwe nagirin

Rêberê giranwedir ê inqilaba islamî ya Îranê li hevdîtinekê bal kişand ser plana şûm a Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst a ser navê Danusistandina Sedsalê têkildarî Filistînê û Qudsa şerîf û got: Zevtkirina Filistînê ser navê cihûyan xewneke tevlihev e ku dîtine, ne ew û ne jî Danuistandina Sedsalê serê xwe nagirin.

Parlimana Rêjîma Sîyonîst çend rojan berî niha qanûnek pejirand ku li gorî wê, mafê kivşkirina çarenûsê yê misilman û mesîhîyên filistînî yên niştecihê Erdên Dagirbûyî yên Fiilstînê ji wan tê istandina û wê tinê vî mafî bide cihûyan.

Ev qanûna li halekî hat pejirandinê ku tevî şermezarkirinên navnetewî, rêjîma zorbêj û dagirkir a Israîlê ji bo berfirekirina çêkirina bajarokan, her roj pişkeke axa Filistînê bi merema bicihkirina cihûyan li Filistîn û Qudsê zevt dike.

Hevgavê vê plana şûm, Amerîka jî plana xwe ya nefermî ji bo destpêkirina demajoya ``asayîkirina peywendîyên dagirkeran û filistînîyan`` ser navê Danuistandina Sedsalê pêşde dibe ku armanca wê qahîmkirina plana bicihkirina cihûyan li erdên filistînîyan e.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018