Rejîma sehyonîstî ji ber ku enîya berxwedanê gihîştiye ber sînorê Golanê ji tirsa re ketiye tayê

Rejîma sehyonîstî ji ber ku enîya berxwedanê gihîştiye ber sînorê Golanê ji tirsa re ketiye tayê

Endamê Konseya Navendî ya Hizbullahê Libnanê Şêx Nebîl Qawûq ligel amaje bi serketinên mezin ên artêşa Sûriyê li dijî komên tekfîrî û terorîst, li ser tirsa Tel Avîvê ji gihîştina enîya berxwedanê ber sînorê Golanê sekinî.

Abna – Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a Resayê, endamê Konseya Navendî ya Hizbullahê Libnanê Şêx Nebîl Qawûq diyar kir: Libnan alîyê yekemîn ê ku ji serketina mezin a li Sûriyê sûd werdigre ye, ji ber ku ewlehî û sînorên wê tên parastin û bi vebûna rêgeha Nesîbê û wegerîna penaperan re aborîya wê geş dibe.

Qwûq lê kirband ku, Sûriyê xetereke mezin li pey xwe hiştîye, dijwarî têk şikandine û li hember metirsîyên mezin bi ser ketiye û pir hindik maye daku erdên Sûriyê tev bixe bin serwerîya xwe û planên Îsraîl û Amerîkayê û projeya tekfîrî têk bibe.

Wî her wıha lê zêde kir: Îsraîlê ku li pey dorpêçkirina berxwedanê û rûxandina Sûriyê bû, îro ji tirsa ku enîya berxwedanê gihaye ber sînorên Golanê ketiye tayê û dil bi fikar e.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018