Roja Cîhanî ya Qudsê nifşa nû ligel doza Filistînê aşîna kir

Roja Cîhanî ya Qudsê nifşa nû ligel doza Filistînê aşîna kir

Endamê payebilind ê Civata Alimên Misilmanên Libnanê Şêx Suheyb Heblî, ligel beyankirina wê yekê ku Roja Cîhanî ya Qudsê kiriye ku nifşa niha ya umeta Îslamî doza Filistînê ji bîr neke, got; umeta Îslamê deyndarê Îmam Xumeynî (Rêhma Xwedê lê be) ye.

Serokê komeleya hevgirî ya Libnanê û endamê payebilind ê yekîtîya alimên piştgirê berxwedanê Şêx Suheyb Heblî, di gotûbêja ligel peyamnêrê Rasa Newsê de, amaje bi zêdebûna xwepêşandanên gelê Filistînê li ber Roja Cîhanî ya Qudsê kir û got: Di demekî ku dewlet û gelên Ereb dest ji berpirsyarîya xwe ya li hember Qudsa Şerîf û Filistînê berdabûn de Îmam Xumeynî Roja Cîhanî ya Qudsê xiste rojevê. Xwedê Teala jî Îmam Xumeynî bo alîkarîya Misilmanan û doza Filistînê bike, hilbijart.

Şêx Heblî lê zêde kir: Înqilaba Îslamî ya Îranê yekemîn înqilaba li navçeyê bû ku li hember şeytanê mezin Amerîkayê û rejîma sehyonîstî seknek û helwesteke birastî Îslamî xiste ber xwe û Îmam Xumeynî (Rêhma Xwedê lê be) jî ragihand ku Înqilaba Îslamî ya Îranê li ser hîmê piştgirîya Qudsê û têkoşîna li dijî îstikbarê hatiye honandin û li ser vî esasî, yekemîn balyozxaneya Filistînê li cîhanê, piştî dagirkerîya rejîma sehyonîstî, li Têhranê vebû û dest bi xebatê kir.

Wî her wiha got: Di demekî ku xayinên Ereb doza Filistînê ji bîr kiribûn de hilbijartina Îna dawîn a meha mibareka Remezanê wek Roja Cîhanî ya Qudsê bi armanca teşwîqa xelkê û kişandina bala wan ber bi nirxên pîroz ên îslamî yên mîna Kuds-a Şerîf ve hewldaneke îlahî bû. Gava Înqilaba Îslamî li Îranê teşe û şekil girt, weke hin welatên herêmê li ser bingeha berjewendîyên siyasî û armancên dinyewî şekil negirt û ji ber vê yekê nêzikatîya Înqilaba Îslamî ya têkildarî piştgirîya Filistîn û bexwedanê neguherî û sabit ma belam hin welatên Erebî ji ber berjevendîyên xwe yên şexsî siyasetên xwe yên li hember Filistînê guhartin.

Endamê payebilind ê yekîtîya alimên piştgirê berxwedanê, her wiha amaje kir bi zêdebûna zextên li dijî Komara Îslamî ya Îranê ji ber piştevanîya Qudsê û gelê Filistînê û destnîşan kir: Îran berdêla parastina mezlûman dide. Ger Îranê wekî dema Şah pirsgirêka Filistînê ji nedîtî ve bahata û ligel Îsraîlê lihev bikra dê niha tiştek bi navê zext û boykotan li holê tinebûya. Ya rast, hemû welatên piştgirê mihwerê berxwedanê ji ber parastina Filistînê û têkoşîna li dijî Îsraîlê rastî boykotên herî dijwar hatin.

Serokê Komeleya Ulfetê ya Libnanê wiha dewam dayê: Îsal Roja Cîhanî ya Qudsê ji ber ku pêrgî rojên wefatkirina Îmam Xumeynî û porosteyên vegerînê hatiye, li gorî salên berê xwedî girîngiyeke zêdetir e. Em Filistînê ji bîr nakim da ku wekî Endilusê vegere û bibe Îspanya’ya diyem. Heke Îmam Xumeynî Roja Cîhanî ya Qudsê diyar nekriba, nifşa nû ya umeta Îslamê hay ji Filistîna dagirkirî tinebûn.

Şêx Heblî rexne li asayîkirina têkilîyên welatên Erebî ligel Îsraîlê kir û da xuyandin ku armanca van hewldanan ev e ku meseleya Filistînê bê ji bîr kirin û loqî nav dirokê bibe. Lê Roja Cîhanî ya Qudsê îzet, keramet û rûmet dîsa li Misilmanan vegerand. Filistîn, mihwerê berxwedanê û întifadeya Filistînê tev deyndarê Îmam Xumeynî ne. Asayîkirina pêwendîyan ligel Îsraîlê xweyî vê taybetîya erênî bû ku maske ji ser rûyên Alê Seûdî, Alê Xelîfê û yên din daxist jêr û rûyê van tawanbaran ê rastîn ji hêla cîhana Îslamê ve hate nasîn.

Alimê Sunnî yê Libnanî li dawiyê eşkere kir ku cineyat û qetlîamên rêveberên Erebî der heqê gelê mezlûm ê Yemenê, yê Behreynê, yê Îraqê û yê Filistînê wê li demeke nêz de bi qulibîna wan ji ser textê keyîtîyê û rûxîna rejîmên wan re bi dawî be. Artêş û amûrên şer ên li dijî gelê mezlûm ê Yemen û Behreynê hatin bikar anîn, ger ji bo Îsraîlê bikar hatibûn anîn û ew xistibûna hedefa xwe, îro Filistîn azad bûbû. Welatên Erebî heke çek û pereyên xwe li şûna DAÎŞ`ê bidana micahid û têkoşerên Filistînî me yê îro li Qudsa Şerîf nimêja azadîyê bikra.

                                               

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018