Îro nehê Zîlheceyê roja Erefeyê ye ev roj roja dua, ebadet û bexşîna gunehan û qebûlkirina Tubeyê ye. Li vê rojê Xwedê teala ji evdên xwe dixwaze ku ber bi riya wî bimeşin.
Erefe eydeke mezin a îslamî ye û kî ku vê rojê li çola erefatê bibe serkevtin bexteweriyeke mezin qezenc kiriye.
Li roja Erefê tewafkirên Mala Xwedê kincên sipî li xwe dikin û diçin çola Erefatê û li wir heya êvarê dua û ebadetê dikin û paşê diçin Meşer el-Heramê û li wir heya sibeya roja 10 Zîlhecê anku eyda Qurbanê dimînin û paşê diçin Minayê û merasima Remî Cemere anku avêtina kevran ber bi sembola şeytîn encam didin û Qurbanê serjê dikin û piştî wê merasimê kurkirina porê xwe û jêkirina nînikên xwe bi cih tînin.