Rûdanên dawîn ên navçeyê têkneçûnîya Îsraîlê tar û mar kir

  • Kodê Nûçe : 868732
  • Çavkanî : Abna
Brief

Endamê Konseya Bilind a Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) got: Îro serdestîya îstikbarê û têkneçûnîya rejîma sehyonîstî li nava gelê misilmanê navçeyê hilweşiye û peykera wê ketiye ber derbeyên kujer.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Elî Ekber Welayetî li axiftina xwe ya di Konferansa Muhîbên Ehlê Beytê (a) û Kêşeya Tekfirîyan de, li hinda pîrozkirina fethên dawîn ên ummeta yekgirtî ya Îslamî li Sûriyê û Îraqê li dijî tefrîqegerên tekfîrî û her wiha sersaxîya ji bo karesata erdhêja dawî li Îran û Îraqê, diyar kir: Ev konferans bi navê mibarekê Ehlê Beyta xweyî îsmet û teharetê hatiye xemilandin û di mercên herî ase yên herêmî û navneteweyî de hatiye li darxistin.

Welayetî, dirêjayî dayê û got: Ehlê Beyta Resûlê Ekrem (s.a), werîsê qehîmê îlahî ye û yek ji du nirxên qedrgiran ên ku ji hêla Pêxemberê Îslamê ve li cî mane û hatine spartin e û li kêleka Qurana Kerîm e.

Şêwirmendê Rêberê Mezin Înqilaba Îslamî, ligel îşareya bi pê ku Ehlê Beyta Pêxember (s.a) ji benîyên bijarte yên Xwedê li ser rûyê erdê ne û xezîneyên îmanê û kanên îhsanê û pêtalên gur ên hîdayeta hemû misilmanan ber bi gêranî, reşîdbûn, tealî û kemilînê ve ne, diya kir: Ew, pêşengên têkoşîna li dijî herifînê, şîdetê, zêgavîyê û nezanînê û aldarên dadê û ravekerên rastîn ên Îslam û Quranê ne û girtina bi Ehlê Beytê ve, garantîya yekîtîya xweyên îmanê û hîdayeta mirovan ber bi Xwedê ve û xelasîya ji rêşaşî û rêwindahîyê ye.

Welayetî daxuyandin ku nêzî heft sal e hişyarîya Îslamî dest pê bûye û îzhar kir: Hişyarîya Îslamî ya ku mizgîndêrê pêngaveke nû ya jiyana sîyasî û civakî ya ummeta Îslamî ye, xwedî sê taybetîyên dijatîya îstikbarê, dijatîya sehyonîzmê û dijatîya despotîzmê ye.

Endamê Konseya Bilind a Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a), bi berdewamî got: Hişyarîya Îslamî pêleke dij Amerîka û dij sehyonîzmê ye ku li van salên dawîn li hin welatên Îslamî bilind bûye û çarika zilm û zordestî û gemerdêrîyê çirandiye û tûmara desthilatdarên girêdayî û ximbil û berdestik li hev piçaye û avayîya pergala navneteweyî xistiye çalişê û meydana xwe parastinê.

Ravêjkarê Rêberê Înqilaba Îslamî lê zêde kir: Li salên bihorî, bizava hişyarîya Îslamî li hin welatan li ser esasgirtina amûze û doktrînên Îslama xwerû ya Muhemmedî pêşketinên berbiçav bi dest xistiye lê di vê navberê de, hin bizavên sîyasî ji ber xiflet û hay jê nebûnê û xapîna bi qewl û wadeyên pergala serdest ji riya hişyarîya Îslamî herifîn û careke din xwastin ku rê ji dijminên rastîn ên Îslamê re vekin da ku li ser çarenûsa misilmanan bibin desthilatdar.

Welayetî eşkere kir: Li salên bihorî, ummeta Îslamê hatibû ber dewraneke nû ya bi cî anîna rista xwe ya li warên sîyasî, civakî, çandî û zanistî di asta navneteweyî û avakirina şaristanîyê de û diçû da ku pêla mezina îslamparêzîyê li ser esasê amûzeyên Îslma xwerû, seranserê dinyayê bigre ber xwe, lê ji nişka ve firqegerî û mezhebperestîyê, tekfirkirin û kafir hejmartina qewm û mezhebên cihêreng ên Îslamî, tevkujî û bêçaretî û derbiderîya mirovê bêguneh li welatên cihêreng ên Îslamî, şert û mercên dijwar derxistin pêşîya cîhana Îslamê.

Endamê Konseya Bilind a Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a), bal kişand ser standina helwest û nêzîkayîyên dijminane û neaştîyane, binpêkirina mafên gelan, talankirina kanîyên welatên misilman, dagirkirina erdên ayidê misilmanan û hewldana ji bo guherandin û tinekirina avahiyên bingehîn ên fikrî, pîvanî, zanistî û normatîf ku bi piştevanîya hemû layane ya pergala serdest û di serî de bi piştgirîya Amerîka û rejîma sehyonîstî tê meşandin, beşeke mezin a cîhana Îslamê girtiye nav xwe û xistiye ber gefên cûrecûr, û got: Dijminên Îslamê hewl didin da ku bi rêya sûdwergirtina ji hemû derfetên di destê xwe de ne, heya ji wan tê welatên Îslamî di nava rewşa alozî, parparbûn,qelsî, fîtne û şer de bihêlin da ku bi vê riyê, xwe li ser wan bikin serdest û servetên wan talan bikin û paşvemayîna aborî, cîvakî, îlmî û çandî li ser misilmanan ferz û pozber bikin.

Wî lê zêde kir: Ew dixwazin li ser esasê wehabîyetê wêneyekî xerab û tarî yê Îslamê biresminin ku di rastîyê de vejandina cahilîyeta beriya Îslamê ye ku heman fehmkorî, nezanî, tund û tîjî û encandana cinayetên şerma meriv jê tê ye; wekî birîna serê zarokan, şewitandina zilaman, dest avêtina jinan û esîrkirina wan ku deng vedana vê teşebusa şeytanî ya Amerîkayî-Sehyonîstî-Siûdî li cîhanê, bû baîs kela kerb û rikê ewqas rabe ku niha faîlên bêşerm ên van cinayetan hevdu tewanbar dikin û sûc dixin stûyê hevdu.

Welayetî, wiha gotina xwe domand: Heyama krîtîka demdar a niha li rojavayê Asayayê û li hin beşên din ên cîhana Îslamê li dar e, herçiqas bi metirsîyan, gefan û bi şerên wekaletî dagirtî be jî lê di heman wextê de destkeftin, firsend û serketinên bêhempa jî pê re hatine ku ji alîyekî ve, rûmetdarî û rihê xwebawerîyê li nava miletên misilman û azadîxwaz qewî kiriye û ji alîyê din ve, serdestîya îstikbarê û têkneçûnîya rejîma sehyonîstî li nava gelê misilman ji hev xistiye û peykera wê daye ber derbeyên kujer.

Wî, ligel îşareya bi pê ve ku Surîye û Îraqê wek du welatên girîng ên Îslamî yên ku bûne hedefa qomloyeke hevbeş û li salên raborî, rûdanên giran û dijwar û bobelatên biêş, semax û tehemûl kirin û li dûyî xwe hîştin, li vê sala dawîn bi saya hewldanên miletan, dewletan, artêşan û hêzên mîlîs ên van her du welatan û bi saya piştgirîya enîya berxwedanê nemaze ya Îranê, serketinên mezin li hember terorîzmê û komên tekfîrî bi dest xistin, diyar kir: Li hefte û rojên bihorî, qele û bircên herî dawîn ên DAIŞê li Îraq û Sûrîyê wek destkeftineke nû ya stratejîk, ji hev şehitîn û her du welat û herêm xistin qonaxeke nû.

Endamê Konseya Bilind a Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a), eşkere kir: Niha li vê navçeya tijî alozî, gelê mezlûmê Yemenê di nav bêdengîya watedar a dezgehên çapemenîya Awrûpa û derdorên navneteweyî yên li jêr serdestîya Amerîka û hevalbendên wê ne, di bin bombebaranên hovane yên êrişkarên siûdî de tên qetilkirin û li Behreynê jî rêzeyeke pêkhatî ya peymanan, planan û kartêgeran ên navxweyî, herêmî û navneteweyî destê xwe dane hev û bûn baîs ku rewş û mercên Behreynê ber bi qonaxeke telvîhev û tijî xeter ve biçe.

Welayetî li dawîyê destnîşan kir: Tevî van hemû teşebusên zalimane, dîsa jî paşerojên ku li benda her du miletên mezin û xweragir ên Yemen û Behreynê û her wiha miletên din û welatên Îslamî ne, paşerojên ronak û hêvîbexş in.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*