Rûhanî: Emerîka nikare dewsa hemî cîhanê biryarê bide

Rûhanî: Emerîka nikare dewsa hemî cîhanê biryarê bide

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li bersiva gotinên wezîrê karên derve yê Emerîkayê li dijî Îranê , xitabî Mike Pompêo got: Emerîka nikare dewsa hemî cîhanê biryarê bide

Li gorî  rapora  IRNA`yê,Serokê Komara Îslamî ya Îranê êvara duşemê li berteka li hember gotinên  wezîrê karên derve yê Emerîkayê got: Hemî welatên cîhanê daxwazin  li biryardayînê serbixwe bibin û renge emerîkî bikaribin bi zext û zorê ser hin welat û navçan karekî li gor hedefa xwe bikin, lê eva beraqil û mentiqî nîne ku ew bixwezin ji bo hemî welatên  cîhanê biryarê bidin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser bêsoziya Emerîkayê li bara derketina  ji hevhatina  navokî û got: Roja îro li Emerîkayê hikûmetek hatiye ser deshilatê ku di şevekê  ev welata  vegeranidye 15 salan berî niha û gotinên şerxwazane ya berpirsên emerîkî li salên 2003 û 2004`an dubare dike.

 Rûhanî xitabî Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê got: Eva ku  mêrek ku bi salan li navendeke sîxoriyê xebat kiriye, niha  bixwaze ji cih û şûna  wezîrê karên derve yê Emerîkayê ji bo Îranê û welatên din biryarê bide qet nayê qebûlkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê  got: Gotinên  îro yên  Wezîrê karên derve yê Emerîkayê ji van gotinan e ku bi salan berî niha  berpirsên emerîkî gotine ku xelkê Îranê bin sarsarî ji wan derbas bûne û niha jî wisa dikin û bê tirs û xuf riya xwe berdewam dikin.

  Mike Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê roja duşemiyê li civînekê bi mijara stratejiya nû ya Emerîkayê li bara Îranê,  Rêketinnama navokî nivîşkan da zanîn û Têhran bi  xapandinê li warê bernama  navokî kir û îdia kir ku  Îranê ji puenên  aborî yên vê hevhatinê ji bo pêşdebirina  aramncên xwe li navçê îstifadê kiriye.

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê heta li buxtankirineke eşkere îdia kir ku Îran di dilê Ewrûpayê de jî li dû cihanîna  êrişên terorîstî bûye.

  Pêmpêo her wiha got: Wezareta xizînedariya Emerîkayê hemî boykotên  navokî li dijî Îranê veke û boykotên  nû jî li dijî vî welatî  kivş bike.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018