Şandina alavên nû yên mûşekî ber bi rojavayê Îranê

  • Kodê Nûçe : 856546
  • Çavkanî : Abna
Brief

Alîkarê opersayona baregeha parastina hawayî got: Baregeha hawayî ya Xatemu-l Enbiya ji bo xurtkirina sîstema parastinê ya hawayî li navçeya rojavayê û amadeyî bersivandina bibiryar a her cûre destdirêjîyê, dest bi şandina alavên nû yên mûşekî kiriye.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, alîkarê operasyona baregeha parastina hawayî ya Xatemu-l Enbiyayê Emîr Sertîpê Diyen Elî Riza Îlhamî, amaje bi tetbîqatên artêş û spahê li rojavayê welêt kir û daxuyandin: “Baregeha parastina hawayî ya Xatemu-l Enbiyayê di çarçoveya wezîfe û erkên xwe yên xweser de sîwana parastinê ya pêwîst bona tetbîqat û manawreyên leşkerî yên hêzên Aca û Spahê li rojavayê welêt amade kiriye”.

Cîgirê operasyona baregeha parastina hawayî got: “Baregeha hawayî ya Xatemu-l Enbiya ji bo xurtkirina sîstema parastinê ya hawayî li navçeya rojavayê û amadeyî bersivandina bibiryar a her cûre destdirêjîyê, dest bi şandina alavên nû yên mûşekî kiriye”.

Îlhamî li dawiyê eşkere kir: “Dabînkirina ewlehiya hawa û fezayê ya mutmeîn, hişmend û mayende bi rêya sudwergirtina ji hemû cûre alavên radarî, mûşekî, îstixbaratî, peyvendî û topxaneyî li jêr sîstema yekpare ya parastina hawayî li deverên rojavayî yên welêt, bi taybet li sînorên hawayî yên wê navçeyê bi awayekî bênavber tê encam dan”.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*