Serdar Şerîf: Boykotkirina Sipahê bersiva bo têkçûnên Amerîkayê li navçeyê ye

  • Kodê Nûçe : 865558
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê got: “Li warê pêşketina berevaniyê ya Îranê tu kêşe û nakokiyek dê dernekeve û karên vê dawiyê yên amerîkiyan ên boykotkirina Sipahê cûrek bersiva bo têkçûnên wan li navçeyê ye”.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê jî roja Îniyê, 13`ê Cotmeha 2017`an, îdia kir ku Têhran pişta têrorîsmê digire û Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ku roleka bingehîn li têkoşîna dijî têrorîstên bin sîvana piştgiriya Waşîngtonê li Sûriye û Iraqê heye, xiste nav lîsteya boykotên nû.

Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, serdar sertîp Remezan Şerîf roja Çarşemiyê bi gotina vê yekê ku tevahiya hewil û xebatên Amerîkayê ji bo zêdekirina zexta li ser gelê Îranê ye, viha got: “Gava ku serokomarê Amerîkayê gelê Îranê ji trîbûneka navneteweyî weke têrorîst li qelem dide, nîşan dide ku kîna wan li dijî gelê Îranê kîneke kûr e``.

Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê her wiha got: “Amerîkayê sermiyaneka zêde li ser koma têrorîst a DAIŞ`ê ji bo parçekirina welatên îslamî danîbû da ku ewlehiyeka mayînde ji bo Rêjîma Siyonîst pêk bîne, lê bi hişmendî û jîrtiya gelên navçeyê ev komplo têk çû”.

Serdar Remezan Şerîf dabînkirina ewlehiya Rêjîma Siyonîst, dabînkirina enêrjiya erzan û girtina rê li ber goftiman û nêrîna Înqilaba Îslamî wek xalên siyaseta Amerîkayê li navçeyê da zanîn û got: “Tevahiya gef û planên Amerîkayê ji bo navçeyê heta niha ji Îranê ra bûne derfet”.

Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê her viha tevî pêgiriya li ser vê yekê ku plana ewlehkirinê ji bo Rêjîma Siyonîst bi têkçûna DAIŞ`ê tûşî xeterê bûye, got: “Serketina artêş û gelên Iraq û Sûriyê, Hizbullaha Libnanê û hêzên gelanî li erdên Filsitînê, pêşeroja Rêjîma Siyonîst tûşî xeter û metirsiyê aniye ku ev mijar sedema hêrsbûna Amerîkayê ji Îranê ye”.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*