Serperestê haciyên Îranî got: Îran û Erebistanê dikarin neyariyên xwe ji riya gotûbêjê çareser bikin

    Serperestê haciyên Îranî got: Îran û Erebistanê dikarin neyariyên xwe ji riya gotûbêjê çareser bikin

Nûnerê rêberê mezine inqilabê li karûbarên haciyên Îranî û serperestê haciyên îranî bal kişande ser viya ku dîplomasiya Hecê dikare alîkariya baştirbûna rewşa siyasî ya di navbera Têhran û Riyazê bike got: îran û Erebistanê du welatên mezine navçê ne ku dikarin neyariyên xwe ji riya gotûbêjê çareser bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hucetul-îslam Velmuslimîn Seyîd Elî Qazî Esker Nûnerê rêberê mezine inqilabê li karûbarên haciyên Îranî û serperestê haciyên îranî li press konferansa xwe ya li Mekkeya Mukereme got: Wisa ku Îran û Erebistanê li ser mesela Heccê karîn bi hevra rêkevin û pilanên xwe bibaşî ber bi pêş biben, eger bona baştirbûna peywendiyên xwe yên siyasî jî bixebitin bê şik desthatekî baş dê hebe.

Qazî Esker bal kişande ser civîn û hevdîtinên xwe yên tev karbidestên Seûdî li rêûresma hecca îsal,hêviya xwe daye diyarkirin ku birêketina başe rêûresma hecca îsal bibe sebeba baştirbûna peywendiyên di navbera Têhran û Riyazê û herdu alî bikaribin bona peywendiyêndemdirêj bixebitin.

Wî bal kişande ser viya ku dijayetiya di navbera Îran û Erebistanê ser qazanca her du welatan nîne destnîşan kir: Niha ku fitneya terorîstên DAIŞ`ê jinav çûye, Komara îslamî ya îranê bi dû hedef û armancên mezintir e û dil heye tev welatên cînar hevalbendiyekî navçeyî çê bike.

Nûnerê rêberê mezine inqilabê li karûbarên haciyên Îranî ragihand ku pêwîste desthata hecê wisa be ku misilman bona çarenivîsa misilmanan û cîhana îslamê biryarê bigrin.

Wî li bersiva pirsek li bara  gelo wexta viya nîne ku li rêûresma Heccê bona mesela Filistînê rê-çareyek peyda bibe got. Amerîka bi dû viyaye ku serbilindî û şanaziyên misilmanan ji wan bigre û Rêxistina Netewên yekgirtî jîbûye saziyekîkirêgirtî û darê destê welatên serdestxwaz.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018