Sersaxî ji bo rehleta pêxemberê hêja yê îslamê (S) û şehîdbûna Îmam Hesen (S)

  • Kodê Nûçe : 867281
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Îrana Îslamî di şeva koça dawiyê ya pêxemberê hêja yê îslamê , hezretê Mihemed (S) û şehîdbûna hezretê Îmam Hesenê Micteba (S), îmamê duyem ê îçşîeyên cîhanê, di nava keser û xemê da ye.

Sibê anku Înî, 28`ê meha Seferê ya sala 1439an a Koça Hîvî beranberî 17`ê Mijdara 2017an, salvege3ra Koça dawiyê ya Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) û şehîdbûna Îmam Hesenê Micteba (S) îmamê duyem ê Şîeyên Cîhanê ye.

Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) heta berî rehleta xwe di sala 11an a Koça Hîvî  bi hestbarî, hukm û babetên Şerîeta Nebewî bi şêwazên baş û di eynî demê da bihêz û ron şirove kirin û li warê berbelavkirin û weşandina talîmatên bi heq ên dîn û pêşvebirina wî bi baştirîn awayî xebitî.

Hezretê îmam Hesenê Micteba (S), hezretê îmam Hesenê Micteba (S) jî ku derdora sîh salan digel bavê xwe yê hêja, hezretê Elî ibnê Ebî Talib (S), îmamê y7ekem ê şîeyên cîhanê bû, di 28`ê meha Sefera sala pêncî ya Koça Hîvî di temenê 47 saletiyê da li ser fermana Muawiye û bi destê jina xwe jehr pê hat xwerandin û şehîd bû.

Gelê Îrana Îslamî di şev û roja Koça dawiyê ya Hezretê Mihemed (S) û Şehîdbûna hezretê Îmam Hesenê Micteba (S) bi amadebûna li Huseyniye, Mizgeftan û tirba paqij a hezretê Îmam Reza (S), îmamê heştem ê şîeyên cîhanê li Meşhedê (Bakurê rojhilata Îranê) û tirba paqij a hezreta Mesûmeyê (S) li bajarê pîroz ê Qumê, şîndariyê dikin.

Saziya Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber hatina salvegera rehleta pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Mihemed (S) û şehîdbûna hezretê îmam Hesenê Micteba (S) sersaxiyê dide tevahiya misilmanan û azadîxwazên din ên cîhanê.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*