Sikritirê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza lêkolîna derbarê cinayeta siûdiyan li Seideyê kir

Sikritirê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza lêkolîna derbarê cinayeta siûdiyan li Seideyê kir

Sikritirê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza lêkolîna bilez derbarê cinayeta vê dawiyê ya hevpeymaniya siûdî li Yemenê kir.

Sikritirê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Antoniyo Gotrêş berbanga Îniyê tevî şermezarkirina êrîşa roja Pêncşemiyê ya firoekyên şêrr ên hevpeymaniya siûdî li ser otobûsa hilgirê zarokan li parêzgeha Seideya Yemenê, daxawza lêkolîna lezgîn derbarê vê cinayeta diltezîn kir.

Wezareta Tendurustiyê ya Yemenê Pêncşemiyê bi şev ragihand: Ji ber êrîşa roja Pêncşemiyê ya firokeyên şêrr ên destdirêjkerên bi serkirdayetiya Erebistanê  li ser otobûsa hilgirê zarokên yemenî li bajarê Zehyanê li parêzgeha Seideyê, 50 kes hatin kuştin û 77 kes jî buirîndar bûn.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta berevan î ûhêzên çekdar a Yemenê jî Pêncşemiyê bi şev bi weşandiona daxûyaniyekê wek berteka li hemberî cinayeta nû ya kirêgirtiyên siûdî li Seideyê, ragihand: Cinayeta destdirêjkerên ser Yemenê dê bêbersiv nemîne.

Li daxûyaniya wezareta berevaniyê ya Yemenê hatiye: Li halekî ku hêzên yemenî li şerê dijî destdirêjkeran li gorî xal û qanûnên navneteweyî yên şêrr tevdigerin, lê ewna bi awayekî bi armanc, jin û mêrên yemenî didin ber êrîşên xwe.

Wezareta karên derve ya Sûriyê jî êrîşa li ser otobûsa hilgirê xwendekaran li Seideya Yemenê bi tundî şermezar kir.

Her wiha tevgera Ensarullaha Yemenê û tevgera Hizbullaha Libnanê jî bi dayîna daxûyaniyekê kuştina zarokên yemenî bi dest siûdiyan li Seideyê şermezar kirin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara îslamî ya Îranê, Behramê Qasimî jî cinayeta roja Pêncşemiyê ya destdirêjkerên siûdî ya êrîşa ser otobûsa hilgirê zarokên yemenî bi tundî şermezar kir.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018