Sûriye artêşa xwe li başûrê welêt xurt dike

Sûriye artêşa xwe li başûrê welêt xurt dike

Artêşa Sûriyê hêzên zêdetir dişîne navça Badiye El-Şamê û başûrê vî welatî.

Li gorî rapora rojnama  Ray El-Yewmê, çavkaniyên sûrî raghandin ku li parzêgeha Derayê li başûrê Sûriyê hêza  hewayî ya artêşa vî welatî duh sêşemiyê êrişên berfireh ser meqerên  terorîstan li navça  El-Lcahê li derdora rojhilata  Derayê û rojava  Suweydayê cih anî.

  Hêzên dewletî yên Sûriyê kontrola  piyaniya  navçên  parêzgeha  Suweydayê  di destê xwe de heye û bi zûtirkê dê terorîstan  ji Dera û Quneyterê derxîne.

 Di hemen demê de, terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê li mêhwera  rojava  ya parêzgeha  Derayê li Sûriyê bi tundî bi hev re ketin pevçûnê.

 Li gor nûçeyeke din, endamên  koma terorîstî ya Tehrîr Şamê bi weşandina fîlmekê, bicihbûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê û hevkariya Enqerê bi Tehrîr Şamê eşkere kir. 

 Li vê fîlmê ku li navça Tel El-Tûqanê li rojhilata  parêzgeha  Idlibê hatiye girtin, hejmarek ji terorîstên Tehrîr Şamê li kêleka eskerên Tirkiyê, panzer û  çek û sîlehên  van tên dîtin. Helbet ev koma tereorîstî bi caran ser peywendiyên xwe yên bi hevaltî tev Tirkiyê sekiniye.

 Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîst yên ku Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê pişta wan digirin, ji bo guhertina  muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîst destpê bû.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018