Tabqa bi temamî hat rizgarkirin

  • Kodê Nûçe : 827357
  • Çavkanî : kurdpress
Brief

Hat ragihandin şervanên HSDê, di çarçoveya pêngava rizgarkirina Tebqayê de, ku ji 21`ê adarê û vir ve dimeşînin, navenda bajarê Tebqayê bi temamî ji DAIŞ`ê paqij kir.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, li çend cihên dora Bendava Tebqayê jî, operasyona şervanan a li dijî terorîstan dewam dike. Tê gotin, şerê li dora bendavê dewam dike. Di operasyonê de, ku roja 21`ê adara 2017'an dest pê kir, piştî ku gelek gund û balafirgeha leşkerî ji DAIŞ`ê hatin paqijkirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, temamê bajêr xist bin kontrola xwe.

Di operasyonê de bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam