Tirs û xofa Seûdîyan li dûyî hatina dengê çekan ji qesra el-Xizamî / Şîreta Rojavayîyan li Bîn Selman: Li ber çavan xûya nebe

Tirs û xofa Seûdîyan li dûyî hatina dengê çekan ji qesra el-Xizamî / Şîreta Rojavayîyan li Bîn Selman: Li ber çavan xûya nebe

Alîyên Rojavayî li welîehdê Seûdî Mihemed bîn Selman tewsiye kirin û jê xwastin ku zêde li ber çavan xûya nebe û wek qralekî rastîn tevnegere û li bendê be heya ku tu li ser textê keyîtîyê rûnî.

Abna - Li ser hedefgirtina qesra qraliyetê li Riyadê ji hêla kesên çekdar an firokeya bê sernişîn ve ku madeyên teqînê ji bo çalakîya terorkirina Bîn Selman û kesên pê re dihewand, gelek gotegot û qîlûqal hatine der. Heta niha zelal nebûye ku ev operasyon çawa bi dawî bûye lê çavkanîyeke haydar ji binemala qraliyetê, pêkhatina vê operasyona çekdarî bo ermancên siyasî ji hêla daîreya hikûmetî ve piştrast kir û got ku ev ne poresyoneke terorîstî ya ji rêz ye.

Vê çavkanîyê got: Welîehdê Seûdî ji êrîşa ku dijwar bû bi ser keve, filitî lê ketiye nav di tirs û xofeke mezin û ti car nedihat bîra wî ku operasyoneke wiha li dijî qesra ku kela ewlehîyê ya Seûdîyan e, ew jî ji alîyê endamên binemala Seûdî û dezgehên ewlehîyê ve pêk were.

Qesra el-Xizamî, cîyek ji cîyên li Erebîstana Seûdî û Rojalata Navîn e ku di asta herî jor a tedbîrên ewlehîyê de tê parastin.

Çavkanîya navborî di berdewamê de lê zêde kir: Êrîşa dawîn di jiyana prens Bîn Selman de guherînên bingehîn îcad kirine; çûn û hatinên wî tev di nav bêdengî û bêxeberîyê tên kirin, heta parêzvanên wî ku hemî exleb Seûdî bûn, niha bûne Rojavayî. Bîn Selman pir kêm bersiva telefonên şexsî dide û ti kes tam nizane ku ew çi dike û li kû derê dimîne.

Li gor agahîyên ku rojnameya Re`yu-l Yawm bi dest xistine, alîyên Rojavayî li Mihemend bîn Selman tewsiye kirine û jê xastine ku zêde li ber çavan xûya nebe û pilan û biryarên xwe yên dibin baîsa gengeşîyan û di nava binemala keyîtîyê de, heta li nava mehfilên umûmî dijatîyê diafrinin, daxe asta herî jêrîn. Wan her wiha ji Bîn Selman daxwaz kirine ku wek qralekî rastîn tevnegere û li bendê be heya ku li ser textê şahitîyê rûnî .

Li gor raporê, Mihemed bîn Selman li nava beşên cihêreng bitaybet di nava beşên ewlehî û eskerî de ji bo xwe hejmarek zêde ya dijminan pêk anîye; wî bi sedan kesên berpirsyar ji kar dûr xistine û ciwanên bêtecribe xistine şûna wan. Ev kartêger hemî bûne sebeb ku li dijî vî prensê hêzperest arteşeke tolgiran bête holê. Çi li nava binemala qraliyetê, ku bi dehan şazade binçav kirin, çi li nava qesra keyîtîyê ku hejmareke prensan desteser kir û çi jî li nava sazîyên ewlehîyê, ku hejmarek endamên wan biçûk xist û kir bin çavan, derdorên cihêreng di vê hewlê de ne ku wî ji nav bibin.

                                                           


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018