Trump: Îran yan dê mizakere bike yan jî wê tiştên din rûbidin

Trump: Îran yan dê mizakere bike yan jî wê tiştên din rûbidin

Serokkomarê Amerîkayê dazanîn ku ambargoyên li dijî Îran dê bi lez û bez bên îcrakirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna kabîneyê de daxuyandin ku ambargoyên li dijî Îranê dê bi lez û bez bên bi cih anîn.

Wî lê zêde kir ku eger Îran ji nû ve dest bi bernameya xwe navokî bike dê encamên xofnak li pêyî xwe bihêle.

Serokkomarê Amerîkayê got: Îran yan divê mizakere bike yan jî wê tiştên din rûbidin.

Trump her wiha rêberê Koreya Bakûr jî teqdîr kir ji ber serbestberdana sê hemwelatîyên Amerîkî yên li vî welatî dîlgirtî bûn.

Serok Amerîkayê lê zêde kir ku cîyê gotûbêja ligel Kîm Cûng Ûn dê li nava sê rojên bê de were ragihandin û cîyê hevdîtinê dê ne li navçeya xeynî leşkerî ya di navbera du koreyan de be.

Trump îlawe kir ku Çînê di mijara Koreya Bakûr de zaf alîkarî li me kiriye.

                                                                                                                                      


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018