Welayetî: Daxuyanîyên rayedarên Ewrûpayê li bara rêketinnameya navokî şikbar in / Gelê Îraqê her çi biecibine li gor dilê me ye

Welayetî: Daxuyanîyên rayedarên Ewrûpayê li bara rêketinnameya navokî şikbar in / Gelê Îraqê her çi biecibine li gor dilê me ye

Endamê Konseya Bilind a Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) got: Hêvîdar im rayedarên me di mizakereyên xwe de bikaribin garantîyên pêwîst bidest bixin û gerne bi alîyê ku şorên nakok tîne zimên nabe bawerî bê kirin.

Li gorî ragindina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, endamê Konseya Bilind a Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) Elî Ekber Welayetî piştî civîna çapemenîyê bi boneya roja neteweyî ya bexşîna lebatan li nexweşxaneya Mesîh Danişverî ligel rojnamevanan diyar kir: Hin endamên Yekîtîya Ewrûpayê dibêjin ku ew bi rêketinnmayê re girêdayî ne. Ji wan hin jî dibêjin ku ew ê peywendîyên aborîyê berfirehtir bikin lê hinek karbidestên Ewrûpayî jî hene ku dibêjin nêta me nîne ku em li ber Emerîkîyan bisekinin û garantîyê bidin.

Welayetî lê zêde kir: Ev nakokîya di nava gotinên kabidestên Ewrûpayê de şikbar e. Hêvîdar im rayedarên me di mizakereyên xwe de bikaribin garantîyên pêwîst bidest bixin û gerne bi alîyê ku dudilî ye û şorên nakok tîne zimên nabe bawerî bê kirin.

Wî li bara hevkarîya şirketên totalê û îhtimala qutkirina hevkarîya ligel Îranê got: Projeya totalê mînakeke pratîkî ye ji van girêdanîyan re. Hewqas bangeşe û karên nimayişî kirin û wêneyê bîrhatiya kişandin lê gava ku dema emelkirinê hat dibêjin em nikarin li hember zextên Emerîkayê rawestin. Lewra rêketinnameya navokî di rastîyê de dibe yek alî.

Endamê heyeta bilind a raçavîya rêketinnameya navokî eşkere kir: Nêrîna qethî ya Komara Îslamîya Îranê ku ji hêla Rêberê Înqilaba Îslamî ve hatiye rave kirin ew e ku garantîyeke ciddî ji Ewrûpayê bê standin.

Wî her wiha ligel bilêvkirina kêfxwaşîya xwe ji ber encama hilbijatinên Îraqê, rêveberî û gelê vî welatî pîroz kirin û diyar kir: Em jê kêfxwaş in ku hilbijartin di nav ewleyî û asayîşê de li vî welatî li dar ketin. Gelê Îraqê her çi pesind bike ew ji bo me baş e.

Welayetî ligel îşare bi vê yekê ku şikra Xwedê rêveberî û gelê Îraqê destûrê nadin destêwerdana derveyî û ji ber ku hilbijartin bi başî û selametî li dar ketine, encam her çi be mibarek e û daxuyadin ku ya bingehîn ew e ku hilbijartin di nava asayîşa kamil de û bêyî ti zirarê hatine li dar xisitin û ev yek ji bo me wek cîranê Îraqê pir girîng e.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018