Wezareta karên derve ya Sûriyê: Amerîka êrîşên xwe ser welatiyên asayî yên sûrî didomîne

Wezareta karên derve ya Sûriyê: Amerîka êrîşên xwe ser welatiyên asayî yên sûrî didomîne

Wezareta karên derve ya Sûriyê roja Sêşemiyê li nameyekê bo Sikritirê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Serokê Konseya Ewlehiyê ya NY bi bîr xist ku Hevpeymaniya Qaşo navneteweyî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê hema wisa êrîşên xwe ser welatiyên asayî yên sûrî didomîne

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Sûriyê li vê nameyê ragihand ku Hevpeymaniya Qaşo navneteweyî ya Dijî DAIŞ'ê bi serokatiya Amerîkayê di rojên adwî da malên xelkê li parêzgehên Heseke, El reqe û Dêra Zurê dane ber bomban.

Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand: Li van êrîşan 22 welatiyên sivîl hatine kuştin û mal û binavahiyên van parêzgeha wêran û kavil bûne.

Wezareta karên derve ya Sûriyê bi ragihandina vê yekê ku Amerîka li parêzgehên Heseke, Dêrazur û Reqeyê hevkariya têrorîstan dike, destnîşan kir: Waşîngton bi kuştina welatiyên sivîl û hevkariya bi koma têrorîst a DAIŞê ra hewil dide qeyran li Sûriyê were domandinê.

Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand ku artêşa vî welatî tevahiya hewildana xwe ji bo kokbirkirina têrorîsmê li navçeyê navbirî dê bi kar bîne.

Amerîkayê di salên dawî da bi mehneya têkoşîna dijî komên têrorîst welatiyên asayî li Iraq û Sûriyê dane ber êrîşê.

Koma çavdêr a Air-Warsê ku êrîşên Hevpeymaniya Qaşo navneteweyî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dişopîne vê dawiyê ragihand ku derdroa sê hezar welatiyên asayî ji sala 2014an va heta niha ji ber êrîşên hewayî yên hevpeymaniya amerîkî li Iraq û Sûriyê canê xwe ji dest dane.

Hevpeymaniya Qaşo navneteweyî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê di serdema serokomartiya Barak Obama da bi armanca îdiayî ya têkoşîna dijî têrorîstên bicihbûyî li Sûriye û Iraqê hat damezirandin. Ev di rewşekê da ye ku li gorî raporên fermî, Amerîka û hevpeymanên rojavayî yên vî welatî û yên erebî ji damezirîner û piştgirên sereke yên malî û dabînkerên çekan bo komêîn têrorîst ji wan DAIŞê bûne.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018