Wezîrê xizînedarîya Amerîkayê: Her welatê ku ji Îranê niftê bikire, dê were boykotkirin

Wezîrê xizînedarîya Amerîkayê: Her welatê ku ji Îranê niftê bikire, dê were boykotkirin

Wezîrê xizînedarîya Amerîkayê şeva buhurî pêgirî kir ku Waşîngton her welatê ku ji Îranê niftê bikire, dê boykot bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, Steven Mnuchin li civîna komîteya xizmetên darayîyê ya meclisa parlimanterên Amerîkayê di bersiva vê pirsê de ku gelo Amerîka dê Çînê ji ber kirrîna niftê ji Îranê boykot bike? got: Waşîngtonê dil heye bi hegera kirrîna niftê ji Îranê, hin boykotan ser Çîn, Ûrsêt û Ewropayê û welatên din de bisepîne.

Dewleta Amerîkayê piştî vekişîna ji Rêketinama Atomî pêgirî kir ku heta 4`ê Mijdara sala 2018`an yê derfirotina nifta Îranê daxe sifrê.

Di vê çarçovê de Waşîngtonê ji welatên cîhanê xwest ku wek pişkeke boykotên aborîyê yên dijî Têhranê, idî niftê ji Îranê nekirrin.

Lê gellek welatên cîhanê ragihandine ku guh nadin vê daxwaza Amerîkayê.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018