Xemilandina bajarê Meşhedê bi nûrê di şeva jidêbûna hezretê Mehdî de

Xemilandina bajarê Meşhedê bi nûrê di şeva jidêbûna hezretê Mehdî de

Hevgavê 15`ê Şeibanê û salroja jidêbûna hezretê Mehdî (Xwedê li zihûra wî lezê bike), bajarê Meşhedê, şarê mezargeha heştemîn îmamê şîeyên cîhanê bi nûrê hat xemilandin û gel ji ber vê boneyê di kêf û şayîyê da bû.

Di şeva bimbarek a salroja jidêbûna hezretê Mehdî (Xwedê li zihûra wî lezê bike) de, bajarê Meşhedê bi nûrê hat xemilandin û di vê navberê de mezargeha Îmam Riza (S) wek qaşa gustîlê zêdetir ji her roj diçilvilî.

Kolanên bajarê Meşhedê nemaze kolanên ber bi tirba Îmam Riza (S) bi gulan hatine xemilandin û hogirên binemala pêxemberê Xwedê (S) şerbet û şirnîyan di nava gel da belav dikin.

Îro çarşem 15`ê Şeibana sala 1439 a Koçî-Heyvî hevgavê 2`yê Gulana sala 2018`an, salroja jidêbûna bimbarek a 12`mîn îmamê şîeyên cîhanê, hezretê Îmam Mehdî (Xwedê li zihûra wî lezê bike) ye.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018