Xerazî: Piraniya welatên cîhanê dijberê siyasetên Amerîkayê yên li dijî Îranê ne

Xerazî: Piraniya welatên cîhanê dijberê siyasetên Amerîkayê yên li dijî Îranê ne

Serokê konseya stratejîk a peywedniyên derveyî yên Komara Îslamî ya Îranê got: Emerîka bi zorbêjiyê û gefxwarinê, siyaseta xwe ya li dijî Îranê dişopîne.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Kemal Xerazî serokê konseya stratejîk a peywendiyên derveyî yên Îranê duşemê şevê li civîna siyaseta derve ya Îranê li rewşa niha li zanîngeha lêkolînên navneteweyî yên Pikenê got: Heya dema ku guherînek li armancên Emerîkayê neyê dîtin û ev rejîma  dev ji gef û zorbêjiya li dijî gel û nizama Îranê bernede, Têhranê amadetiya destpêbûna tu cure muazkireyekê bi Emerîkayê re tine.

 Xerazî destnîşan kir: Rayedarên emerîkî hin welatên  mîna Îran, Çîn, Rûsiye û heta hevpeymanên xwe yên ewrûpî xeterek bo qaweta cîhanî ya Emerîkayê dizanin loma li gor bawera wan, divê xebatên siyasî û eskerî û deshilata navçeyî ya welatên din, nebe  berbend ser riya hêjmoniya Emerîkayê li cîhanê.

 Serokê konseya stratejîk a peywedniyên  derveyî yên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê pêştir jibo nîşandayîna nêta xwe tev welatên  5+1 ku Emerîkayê însiyatîva wê girt istûyê xwe, muzakire kir ku serê axir bû sedema pêkhatina rêketin navokî.

  Wî her wiha got: Li gor daxûyaniyên  Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, Îran heya niha ser berpirsiyariyên xwe sekiniye, lê bi guherîna  dewletê li Emerîkayê û hakimbûna  komeke tundrê li Koşka Sipî ev welata ji rêketina navokî derket û bi cihanîna  boykotên dewra dudiyan û kivşkirina moleta dawiyê, welatên din neçar dike tevlî  Emerîkayê bibin bona zext û zora ser Îran..

 Li gorî gotina Xerazî ev zordarî û  karê neqanûnî yê Emerîkayê ku armanca wê drebelêxistina li gel û nizama Komara Îslamî ya Îranê ye qet nayê tamulkirin û Îran dê hewl bide bi alîkariya hevalên xwe li hember wê bisekine.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018