Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê: Îran bi vê dewlet û serokomarê Amerîkayê re muzakirê nake

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê: Îran bi vê dewlet û serokomarê Amerîkayê re muzakirê nake

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, got: Amerîkî yên gotûbêjkirinê nînin û eger biryar be rojekê muzakire were kirin, muzakirekirin bi vê dewlet û serokomarê Amerîkayê re nepêkan e.

Hucetulislam Kazim Sêdîqî, li xutbeyên vê hefteyê yên nimêja îniyê ya Têhranê, li bara pêşniyara serokomarê Amerîkayê ji bo gotûbêja bêyî şert a bi Îranê re, destnîşan kir: Derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî, îmkana her cure muzakireya dubare ya bi dewleta niha ya Amerîkayê re nepêkan kiriye.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, duşemiyê (30`ê Tîrmehê), îdia kiribû ku amade ye bêyî pêşşert bi Îranê re muzakirê bike. Xapandina xelkê ya Trump li halkekê ye ku wî sêşemiyê 8`ê Gulanê bi dubarekirina tawanên pûç ên dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Navokî û vegeryana boykotên navokî di mideha 3 heya 6 mehên tê de ragihand.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, herwiha bal kişand ser Roja Mafên Mirovan a Îslamî (5`ê Tebaxê) û destnîşan kir: Îslam ber heq e û mafên vê yên mirovan jî ber heq in li halekê ku hin welat tenê îdiaya berçavgirtina mafên mirovan in û bi bombebaranên kîmyayî û kuştina xelkê bêsûc, riswatiya xwe nîşan didin.

Hucetulislam Kazim Sidîqî, li dewamê serketinên artêşa Sûriye û Yemenê li şerrê dijî terorîstan, wek serketina azadiyê û têkçûna Amerîka û Îsraîlê da zanîn û got: Bi vê zûtiyê wê derbeya dawîn li terorîstên u Erebistan pişta wan digire keve.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018