Xwenîşandana rûniştiyên Efrînê dijî têrorîstên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê

Xwenîşandana rûniştiyên Efrînê dijî têrorîstên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê

Rûniştiyên hin gundên navçeya Efrînê li bakurê rojavaya Heleba Sûriyê li dijî komên têrorîst û hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ku di bin sîvana piştgiriya Tirkiyê da ne, xwenîşandan bi rê xistin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNAyê, Rûniştiyên gundê Kuranê piştî ku hêzên Artêşa Azad a Sûriyê (Dijberên dewleta Sûriyê) li xortekî dan, bi lidarxistina xwenîşandanekê xwestin ku têrorîst ji gundê wan derkevin.

Li gorî raporên belavbûyî, hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ji billî pêkanîna xof û tirsê li nav xelkê, bêhurmetiyê li xelkê dikin û mal û heyitiyên wan talan dikin.

Herftiya bihorî jî xwenîşandaneka visa li bajarê Efrînê ji ber reftara xerab a hêzên Artêşa Azad ên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê, hat lidarxistin.

Êrîşa leşkerî ya artêşa Tirkiyê ser navçeya Efrînê bi navê Çiqla Zeytûnê ji 20ê Çileya 2018an va dest pê bû û bi sedan welatiyên asayî li vê deverê  hatin kuştin an birîndar kirin û bi sedan gund û bajarok wêran bûn û bi hezaran welatiyên sivîl jî neçar man terka mal û gundên xwe bikin.

Dewleta Sûriyê bi dagirkerzanîna dewleta Tirkiyê li êrîşa leşkerî ser Efrînê û deverên din li bakurê vî welatî, xwest ku hêzên Tirkiyê ji axa vî welatî vekişin.

Dawiya meha bihorî jî navenda nasyar bi Zîrevanê Mafên Mirov li Sûriyê ragihand ku çekdarên koma çekdar a Artêşa Azad a Sûriyê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê va tên piştgirîkirin, mal û heyitiyên rûniştiyên navçeya Efrînê talan dikin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018