Zerîf: Boykotên nû yên dewleta Trump dijî rohê rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 e

  • Kodê Nûçe : 843033
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Wezîrê karên derve yê Îranê boykotên nû yên Amerîka dijî Têhranê binpêkirina rohê Bercamê daye zanîn û destnîşan kir: Boykotên wiha dê bibin sebeb ku kirîzên di navbera du welatan zêdetir bibin.

Wezareta xizînedariya Amerîka duh sêşemê li dewama siyasetên xwe yên dijî Komara îslamî ya Îranê, 18 kes yan grûpên îranî bi mihanên curbicur yên peywendiya tev bernama mûşekî ya Îranê xistine nav lîsteya boykotên xwe.

Boykotên nû yên Amerîka dijî şexsiyet û van grûpên îranî li halekê ye ku Donald Trump serokkomarê Amerîka roja duşemiya bihurî bo cara dudyan ragihand ku Îran pêbendî rêketina navokî ya dinavbera vî welatî û grûpa 5+1 e.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê îranê li gotûbêja xwe ya tev CBS a Amerîka destnîşan kir: Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 rêketinekî çend aliye û tenê aliyek bi serê xwe nikare vê rêketinê îbtal bike yan ducarî li ser vê rêketinê biryarê bigre.

Wezareta Xizînedariya Amerîka 17 Gulanê jî 7 şexsiyet û kompaniyên îranî û çînî bi mihana peywendiya tev bernama mûşekî ya Îranê boykot kirin.

Îranê û Koma 5+1ê ( Ingilîs, Fransa, Rûsîya, Çîn, Amerîka û Almanîyayê) di 14`ê Tîrmeha sala 2015`ê da rêketinameyek li bara bernama navokî ya Têhranê wajo kirin.

Cihanîna vê rêketinamê di 16`ê Çileya sala 2016`an da destpê bû lê Amerîkayê bi caran ev rêketina navokî binpê kiriye.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam