Zerîf: Durûtiyên Emerîkayê bê hed û endaze ne

Zerîf: Durûtiyên Emerîkayê bê hed û endaze ne

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê duşemê şevê li hember kiryara neqanûnî ya Donald Trump serokomarê Emerîkayê li vegerandina boykotan li dijî Îranê bertek nîşan da.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Muhemed Cewad Zerîf di twîtera xwe de nivîsî ku Emerîka dixweze  ji cîhanê re bide qebûlkirin ku dilgiranê gelê Îranê ye, lê bi cihanîna  dubare ya  boykotan bi mehneyên curbicur, bûye sedema îbtalkirina firotina 200 balefirên rêwîhilgirê bo Îranê ku canê îraniyan dixe xeterê.

Zerîf kiryarên bi dijminatî yên Emerîakyê li dijî Îranê şermezar kirin û got: Durûtiyên Emerîkayê  bê hed û sînor in. Trump berêvara roja duşemê li fermanekê hin boykotên  neqanûnî yên vî welatî li dijî Îranê vegerandin.

 Trump li daxûyaniyekê raghand ku ji sibê sêşemê 7 Tebaxê ve , boykotên pêşeya trimbêlan, zêr û Riyala  Îranê dê cih werin û boykotên bankî û niftî jî ji 5 Mijdara 2018`an dê cih werin.

  Serokkomarê Emerîkayê li vê daxûyaniyê cardinê weke  hevhatineke  bi xof da zanîn û ragahnd ku welatên ku peywendiyên  xwe yên aboriyê bi Îranê re qut nekin dê rastî dûhatên  qaşo giran bên.

 Trump li vê daxûayniyê hewl da ku şîrketên ewrûpî bo derketina ji Îranê han bide. Eva li halekê ye ku  Yekitiya Ewrûpayê îro duşemiyê li daxûyaniyekê mixabiniya xwe ji vegeryana boykotên  Emerîkayê mixabiniya xwe da diyarkirin û li bara cihanîna  qanûnên berbendçêker ji bo rawestanali ber boykotên Emerîakyê agahî da û destnîşan kir ku ji bo parastina riyas aborî ya bi bandor  bi Îranê re  û dewama firotina  nift û gaza Îranê hewl dide.

 Dewleta Emerîkayê 8 gulana 2018`an  ji rêketina  navokî derket ev kiryara  Waşengtonê  ji aliyê civaka navneteweyî ve hat şermezarkirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018