Zerîf: Şerm li pêy şermê bo Siûdîyan!

Zerîf: Şerm li pêy  şermê bo Siûdîyan!

Wezîrê Derve yê Îranê, çûyîna Riyadê li dûy îmala boykotên Amerîkayê li dijî Hizbullahê rexne kir û ev yek wek sedemê şerm û fedîyê bo Erebîstana Siûdî binav kir.

Abna – Wezîrê Derve yê Komara Îslamîya Îranê Mihemed Cevad Zerîf, danê sibeya Pêncşemê bertek nîşanî kuştina gelê Xezzeyê bi destê leşkerên sehyonîst da û bêdengîya Erebîstana Siûdî û hevrêtîya vî welatî ligel Emerîkayê ya di warê boykotkirina Hizbullahê de rexne kir.

Zerîf di rûpela xwe ya twitterê de amaje bi reşendina goleyan ji alîyê leşkerên sehyonîstî ve bi ser pêşanderan li sînorê Xezzeyê kir û wiha nivîsî: “Nîşangêrên Îsraîlî di rojekê de zêdetirî 2000 pêşanderên bêçek ên Filistînî kirin hedef”.

Wî ligel rexnekirina hevrêbûna Riyazê bi Emerîkayê re di boykotkirina Hizbullahê Libnanê de, wiha pêde çû: “Bersiva ku Erebîstana Siûdî li ber meha Remezanê ji xwe da der? Hevgirtî û hevkarîya ligel Amerîkayê bo boykotkirina hêza herî yekemîn a ku erdên Erebî azad kir û bi vê yekê re efsaneya têkneçûnîya Îsraîlê bi erdê re kir yek. Şerm li dûy şermê bo Siûdîyan!”

http://fa.abna24.com/upload/image/2018/05/17/f3ccdd27d2000e3f9255a7e3e2c48800_578.jpg

Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018