Zexta Amerîkayê li ser Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî û Erebîstana Suûdî ji bo koalîsyona ligel Îsraîlê

  • Kodê Nûçe : 819028
  • Çavkanî : Abna
Brief

Hin çavkanîyên ewlehîyê yên Libnanê ragihandin ku rêveberîya Amerîkayê zextên berfireh bi ser Erebîstana Suûdî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî de tîne da ku ligel rejîma dagirker li qada Sûriyê koalîsyoneke eşkere li dar bixin.

Li gorî ragihandina malpera kanala el-Alemê, çavkanîyên ewlekarîyê yên Libnanê diyar kirin: Ji bo ku bi rejîma sehyonîstî re li qada Sûriyê koalîsyoneke eşkere were ragihandin, zextên dorfireh ji hêla Amerîkayê ve li Erebîstana Suûdî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî tên kirin. Di vê koalîsyonê de wê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, Erebîstana Suûdî, Misir, Urdin û Îsraîl cih bigrin. Başûrê Sûriyê wek qada xebata koalîsyonê û derxistina DAEŞê ji herêma Yermûkê jî wek armanca wê hatiye bilivkirin da ku piştre qada xebata koalîsyonê heya sînorên Sûriyê û Îraqê û ji wir jî heta bajarê Reqqeyê dorfireh bibe. Tinekirina DAEŞê û pêşî li serwerbûna Îranê li ser korîdorên cuxrafî yên li navbera Bexdayê û Şamê girtin, wek armanca vê hewldanê hatiye ragihandin.

Li gor neqlkirina rojnameya el-Exbarê ya Libnanê, Amerîkîyan rayedarên Misrê agehdar kirine ku wan dil heye ertêşa Misrê di azadkirina Reqqeyê de bibe pêşengê hêzên operasyonê û ertêşa Tirkiyê jê were dûrxistin.

Çavkanîyên navborî lê zêde kirin ku rayedarên Suûdî ji hewldaneke wiha dorfireh ya ku Erebîstana Suûdî têde wek şerîkê eşkere yê rejîma dagirker xuya dike, fikarên xwe anîn zimên û her wiha, heke serrast bikevne nava lîtava Sûriyê jî, ji çalekîyên taybet ên grûbên li Sûriyê û Îraqê yên bi Hizbullahê ve têkildar, dil bi tirs in.

Li gorî rojnameya el-Exbarê, rayedarên Misrê te`kîd kirin ku bêyî destûra rêveberîya Sûriyê, beşdarî operasyona leşkerî ya li Sûriyê nabin û ji bo telvî vê koalîsyonê bibin, divê Tirkiye, Qeter û Erebîstana Suûdî dest ji pişgîriya tevgera Îxvanê ya Misrê berdin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam