Cehangîrî:

Îran dê hertim li rex gel û delweta Iraqê bimîne

  • Kodê Nûçe : 862712
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê got: Îran ji destpêka têkoşîna dijî têrorîsmê ve li rex gel û delweta Iraqê bûye û di serdema ji nû ve avakirinê de jî yê li kêleka dewlet û gelê Iraqê bimîne.

Ishaq Cehangîrî îro li civîna çapemenîyê ya hevpar a desteyên pilebilind ên Îran û Iraqê li bajarê Têhranê serketina dewlet û gelê Iraqê li şerê dijî têrorîsmê pîroz kir û got: Bi saya rêvebirîya rayedarên dewleta Iraqê, rola hekîmane ya merceîyeta dînî û di encama têkoşîna hêzên iraqî de, niha Iraq li ber serketineke dîrokî li hemberî têrorîsmê ye.

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha meseleya cidatîxwazî û giştpirsîya neqanûnî li Herêma Kurdistana Iraqê `` fitneyeke mezin`` bi nav kir ku dikarî bipeke welatên din ên navçê lê ev meseleya bi tivdîran li Iraqê hat çareserkirin.

Cehangîrî tekez kir ku kurdên iraqî hevwelatîyên Iraqê ne û divê ji hemî mafên xwe yên qanûnê sûdmend bin û got: Îran ji destpêka mesleeya giştpirsîyê ve li rex dewleta navendî ya Iraqê bû û me ji rayedarên Tirkîyê re jî ragihand ku divê bi dewleta navendî ya Iraqê re hevdeng bin.

Cehangîrî herwiha peywendîyên Têhran-Bexdayê li pişkên sîyasî, ewlehî û berevanîyê peywendîyên di asta bilind de wesif kirin û got: Peywendîyên Îran û Iraqê mînak in lê peywendîyên aborîyê divê bi cidîyet û vîyaneke zêdetir bên şopandin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî bal kişand ser pirsgirêkên urbicur ji wan komên têrorîst û hin nakokîyan û got: Têkoşîna dijî komên têrorîst hewcedarê hevkarî û hevdengîya hemî welatên navçê ye.

Serokwezîrê Iraqê herwiha bal kişand ser giştpirsîya neqanûnî li Herêma Kurdistana vî welatî jî û ser parastina yekperçetîya axa vî welatî sekinî û got: Piştgirîya navnetewî ji cidatîxwazan pêk nehat û tenê Israîlê pişta vê giştpirsîyê girt.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Têkoşîna gelê Iraqê li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê zemîneya tifaq û yekeperçetîyê li Iraqê pêk anîye.

Serokwezîrê Iraqê şeva buhurî piştî seredana Tirkîyê, giheşte Têhranê.

Eva duyemîn seredana serokwezîrê Iraqê bo Têhranê di yeksala buhurî de ye.
..............
300



Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*