Rûhanî:

Îran li têkoşîna dijî têrorîsmê yê li rex gel û dewleta Iraqê be

  • Kodê Nûçe : 862713
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Serokê Komara Islamî ya Îranê, pişkdarî û fidakarîya bêrawestan a gel û berpirsan û nêrînên hekîmane yên merceîyetê li Iraqê di warê çareserkirina pirsgirêkan de girîng zanîn û got: Îran li têkoşîna dijî têrorîsmê, bihêzkirina tifaq û hevgirtinê û parastina yekperçetîya axa Iraqê hertim li kêleka dewlet û gelê Iraqê bûye û yê vir pê ve jî li rex wan bimîne.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li hevdîtina tev Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li bajarê Têhranê, tivdîra dewleta navendî têkildarî meseleya Herêma Kurdistana Iraqê ku digel berçavgiritna mafên netewî yên gelê vê herêmê û nebûna gêreyê bû, berçav zanî û bi bîr xist: Têkoşîna li hemberî têrorîsmê û helwestên perçekirinxwazîyê ku derbê li yekperçetîya netewî û axa Iraqê didin, divê bê domandin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Têhran û Bexda dikarin peywendî û hevkarîyên xwe di warên aborî, ticarî, sermayeguzarî, zanist û têknolojîyê de berfire bikin.

Serokwezîrê Iraqê jî li vê hevdîtinê peywendîyên Iraqê û Komara Islamî ya Îranê dostane û qahîm zanîn û li ser pêwîstîya berfirekirina peywendî û hevkarîyên dualî yên Bexda û Têhranê sekinî.

Heyder Ebadî herwiha li ser pêwîstîya parastina yekperçetîya axê û serwerîya navencî ya Iraqê sekinî û got: Gelê Iraqê bi parastina tifaq û hevgirtinê divê li hemberî komloyên ku li dijî vî welatî tên darêştin li ber xwe bide.

Serokwezîrê Iraqê şeva buhurî piştî seredana Tirkîyê, giheşte Têhranê. Eva duyemîn seredana serokwezîrê Iraqê bo Têhranê di yeksala buhurî de ye.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*