Erafî: Zêdetir ji 25 hezar feqîyên biyanî li medreseyên îlmî yên Îranê tehsîlê dikin

  • Kodê Nûçe : 849590
  • Çavkanî : Abna
Brief

Endamê Şûreya Bilind a Komgeha Cîhanî ya Ehlê Byetê (a), îro di cîvîna endamên Şûreya Hewzeya Îlmî ya Parezgeha Merkezî li koleja hewzewî ya Xetemu-l Enbîya axifî û got: Zêdetir ji 25 hezar feqîyên xeyrî Îranî li deverên cihêreng ên Îranê di medreseyên îlmî de tehsîla îlmê dikin.

Abna / Endamê Şûreya Bilinda a Komgeha Cîhanî ya Eylê Beytê (a) îro -19 Tebaxa 2017- di cîvîna endamên Şûreya Hewzeya Îlmî ya Parezgeha Merkezî li koleja hewzewî ya Xetemu-l Enbîya axifî û got: Zêdetir ji 25 hezar feqîyên xeyrî Îranî li deverên cihêreng ên Îranê di medreseyên îlmî de tehsîla îlmê dikin.

Ayetullah Elî Riza E`rafî di dewama axiftina xwe de got: Ji nava van feqîyan zêdetirî 20 hezar feqî li medreseyên îlmî yên Qumê û yên mayî jî li medreseyên îlmî yên li deverên cûracûr ên welêt in, bi tehsîlê re mijûl in.

Midûrê Medreseyên Îlmî yên seranserê Îranê diyar kir ku ji nava feqîyên xeyrî Îranî derdora 500 kesî li medreseya îlmî ya Aştiyanê mijûlî tehsîlê ne û daxuyandin: Ji bo ku feqîyên biyanî li medreseyên îlmî yên bajarê Erak jî werin pejirandin û mijûlî tehsîlê bin gavên pêwîst hatine avêtin.

Pêşnimêjê înê yê bajarê Qumê beyan kir: Li vê sala carî ya tehsîlê, zêdetirî sed hezar feqîyên mêr û zêdetirî 70 hezar jî feqîyên jin li medreseyên îlmî yên li deverên cuda ên welêt in, navê xwe qeyd kirine ku ji nava vê hejmarê 10 hezar feqîyên mêr û 10 hezar jî feqîyên jin wek kesên ku teze qeyda xwe li medreseyên îlmî çêkirine, tên hesibandin.

Ayetullah E`rafî dirêjahî da axiftinê û got: Li dar xistina kûrsîyên teorîsazî û teorîzekirinê di varê sîyasî, çandî û civakî de, li dar xistina kûrsîyên ramana azad, fiqha muasir û hemdem, pêdivî-pîvana giştî û xurtkirina têkilîya îlmên Îslamî ligel zanistên civakî girîngtirîn bernameyên lêkolînê yên medreseyên îlmî yên welêt in li vê sala carî de.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*