Ayetullah Cevadî Amûlî: Ku em kêşeya xwe ya derûnî çareser bikin dê mercên bişkivîna sirûşta îlahî pêk bên

Ayetullah Cevadî Amûlî: Ku em kêşeya xwe ya derûnî çareser bikin dê mercên bişkivîna sirûşta îlahî pêk bên

Ayetullah Cevadî Amulî, bi beyankirina vê yekê re ku ger em mêvanên venexwendî dawetî nav dilê xwe nekin dê fêmkirina me ya ji Quranê dijwar nebe, got: Heke em kêşeya xwe ya derûnî çareser bikin dê mercên bişkivîna sirûşta îlahî pêk bên.

Mamosteyên Amojgeha Perwerdeya Bilind a Îsrayê û medreseyên îlmî yên li jêrî çavdêrîya Ayetullah Cevadî Amûlî, bi boneya hefteya mamosteyan li Navenda Navneteweyî ya Îlmên Wehyanî ya Îsrayê li hev civîn û bi mifessîrê bijarte yê Qurana Kerîm Ayetullah Cevadî Amûlî re hevdîtin û gotûbêj kirin.

Ayetullah Cevadî Amûlî di hevdîtinê de piştî pîrozkirina hefteya mamosteyan û teqdîr û spasîya xwe ji mamosteyên li civînê amedebûyî re anî zimên, diyar kir: Qurana Kerîm hevzimanê fitret û sirûşta mirov e û bi zimanê sirûşta wî diaxive, lewra ji canê mirov re aşna û nasyar e. Heke em mêvanên venexwendî gazî nava dilê xwe nekin dê di fêmkirina me ya ji Quranê de dijwarî çênebe. Lê pirsgêrik ev e ku em radibin mêvanên venexwendî yên ku bi xwedîyê malê re hevaheng nînin dawetî nava xwe dikin.

Wî axeftina xwe wiha domand: Xwedê di Quranê de kerem kiriye ku min mirov wekî lewheyeke vala û bê nivîs neafirandiye, min ew bi sermiyan afirandiye. Lewra mêvanên wisa gazî nava xwe bikin ku bi vê sermiyanê re, bi xwedîyê malê re hevaheng bin.

Mamosteyê bijare yê dersa bilinda fiqhê, destnîşan kir: Ger em arîşeya xwe ya hundirîn çareser bikin dê şert û mercên bişkivîna sirûşta me ya îlahî pêk bên û ev yek pêkan e ku ji bo gihîştina bextewerîyê, Qasidê Xwedê û kelama îlahî ji me re bibin riyeke vekirî û bêasteng.

Wî eşker kir ku divê em wiya zanibin; ger em bixazin em ê destvala neyên vegerandin, ya lazim tenê ew e ku aşnayî û ûnsiyeta mirovekî bi zimanê Xwedê re hebe, vê hîngê dikane bi Xwedê re biaxive û jê bixwaze. Lê ev yek bêyî behremendîya ji kelama Xwedê û binemala Qasidê wî ne pêkan e.

Ayetullah Cevadî Amûlî, li dawîyê axeftina xwe diayên xêrê ji mamosteyên li civînê amedebûyî re kirin û destnîşan kir: Ji Xwedê re şikrê bikin ku hûn di hizûra Qurana Kerîm de ne û hêvîdar im ku xwedîyê vê kelama pîroz bi we re bikeve axeftina taybet û we bike nûnerên xwe yên xas û awarte.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018