2 Hezar kîlometrê çarkunc ji başûrê rojhilata parêzgeha Dêrazora Sûriyê hat rizgarkirin

2 Hezar kîlometrê çarkunc ji başûrê rojhilata parêzgeha Dêrazora Sûriyê hat rizgarkirin

Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê, 2 hezar kîlomêtrê çar kunc ji rojhilata parêzgeha Dêrazorê rizgar kirin.

 Li gorî rapora yekşemiyê şevê a IRNA`yê, çavkaniyên meydanî roja yekşemiyê raghandin ku artêşa Sûriyê û hêzên  Berxwedanê di dewama rawestana li ber koma terorîstî tekfîrî a DAIŞê, hin navçên din  ji parêzgeha Dêrazorê azad kirin.

 Li encama vê operasyonê 2 hezar kîlomêtrê çarkunc navbera gundê El-Salihiyê heya  El-Moîzîlê û bendava  El-Moîzîlê heya  navenda  dudiyan a pompaja  niftê heya bûkemalê ji lepên  koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞê hat paqijkirin.

 Artêşa Sûriyê û hêzên  berxwedanê roja 15 Azerê bi serdestiya ser hemî bajarok û gundên  perava  rojava Firatê, endamên  ev koma terorîstî li zêde ji 7 hezar kîlûmêtr ji Badiya Sûriyê dorpêç kiribûn.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*