29 salan berî niha, Helebçe tevî şênî û hêşinîya xwe hate qelandin.

  • Kodê Nûçe : 818115
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Ev 29 sal in ku kurdên Iraqê li rojên dawiyê yên salê, salvegera trajediyeke însanî ya sedsala bîstan yanê karesata bombebarana kîmyayî ya Helebçeyê ji aliyê Rejîma sernixûnbûyî ya Be`sî va li dar dixin.

16`ê Adara1988`an, balefirên Rejîma Be`sî ya Iraqê ser fermana  Sedamê îdambûyî, toza mirinê li Helebçê reşandin û di encama vê tevkujîyê de 5 hezar mêr û jin û zarok mîna  belgên  hişk li xerîbiyeke bêdeng jibo cara  dawiyê serê xwe danîn ser axa welatê xwe.

Ev karesata  li nava coş û kelecana  gelê xizan û belengaz ê Helebçeyê û berberê cejna  dîrokî ya Newrozê û cejna  hêşinî û jiyana  dubare ya xwezayê qewimî.

 Karesata ku  nehişt gul û darên kolan û çarşiyên  bajarê biçk û çiyayî yê Helebçeyê hişin bibin û  qêrîn û kalîna  dergûşan ser sîngê diyên wan fetisand.

 Di bihara wê salê da Helebçe  di bin dûkel û êş û birînan de ma û hêşin nebû.

Buyera Helebçeyê tenê kuştina  gelekî ji aliyê dîktatorekî  bêrehm nîne,  belkî mîna   buyerên  Hîroşîma û Nakazakiyê, sembola  qonaxeke  reş a dîroka  siyasî û şerekî ne-asayî û encama siayseta welatên rojavayî û lihevkirina  rêxistinên navneteweyî û zordestan e.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*