9 endamên HDP û DBP`ê li parêzgeha Mûşê hatin girtin

9 endamên HDP û DBP`ê li parêzgeha Mûşê hatin girtin

Hat ragihandin ku polîsên Rêveberiya Ewlehiyê yên navçeya Gimgimê êriş birine ser avahî û malên rêvebir û endamên HDP û DBP`ê kirin.

Li gorî zanyariyên berdest, polîsên Rêveberiya Ewlehiyê yên navçeya Gimgimê, îro berê sibehê êriş birne ser avahî û malên rêvebir û endamên HDP û DBP`ê û 9 kes binçav kirin.

Polîsan îro berê sibehê li navenda navçeya Gimgim a Mûşê û gundên wê êriş birin  ser gelek malan. Di operasyona serdegirtinê de ku rêyên gelek gundan jî hatine girtin, heta niha 9 kes hatine binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de rêveberên HDP û DBP`ê jî hene.

Li gorî agahiyan, di nava kesên binçavkirî de hevseroka berê ya DBP`ê ya Gimgimê, Gulbahar Kaya, rêveberê berê yê DBP`ê, Cîhan Yalçin, rêveberê berê yê HDP`ê Denîz Taş, endamê berê yê Meclîsa Şaredariya navçeyê, Mehmet Ozçelîk û Ziya Ozçelîk, Remziye Bîrsîn, Fefek Kûcak û Yilmaz Ozçelîk hene.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018