9 welatiyên yemenî ji ber êrîşa firokeyên şêrr ên siûdî hatin kuştin

  • Kodê Nûçe : 859610
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Li pey êrîşên firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a erebî bi serkirdayetiya Erebistanê li ser navçeyeka sînorî li parêzgeha Seideya Yemenê, 13 welatî hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya El Mesîreyê, li gorî raporên seretayî, li êrîşa firokeyên şêr ên ser bi hevpeymaniya destdirêjker a erebî li ser navçeya sînorî ya Şedayê li parêzgeha Seideya Yemenê ku din desthilata Tevgera Ensarullaha vî welatî ye, 9 yemenî hatin kuştin û çar kes jî birîndar bûn.

Pêştir ji viya jî li êrîşa firokeyên şêrr ên Erebistanê li ser vê navçeyê welatiyekî yemenî hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

Tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê jî îro anku Sêşemiyê qala avêtina mûşekeka balistîk a çêkirî li hundira vî welatî li dijî armanceka leşkerî li navçeya Cîzanê li başûrê rojavaya Erebistanê kiribû.

Li gorî rapora mêdyayên ser bi Ensarullahê, yekîneya mûşekî ya vê tevgerê, sibeha îro mûşekeka Balistîk a cûreya M2 bi dûrmenzîliya 400 Kîlomitrî avête ser baregeheka fermandetiya artêşa Erebistanê li navçeya Cîzanê.
............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*