90 hezar kes ji êzdiyan terka Iraqê dane

  • Kodê Nûçe : 842078
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Nunerê êzdiyan li wezareta Ewqafê ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, li bara rewşa vê dawiyê ya êzdiyan got ku 90 hezar kes ji nifûsa 550 hezar kesî ya kurdên êzdî ji Iraqê berê xwe dane welatên ewrûpî û koçberiya wan ji Iraqê hîn berdewam e.

Nunerê êzdiyan li wezareta Ewqafê ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, li bara rewşa vê dawiyê ya êzdiyan got ku 90 hezar kes ji nifûsa 550 hezar kesî ya kurdên êzdî ji Iraqê berê xwe dane welatên ewrûpî û koçberiya wan ji Iraqê hîn berdewam e.

Xeyrî Bozanî nunerê kurdên êzdî li wezareta  Ewqafê ya Himkûmeta Herêma Kurdistana Iraqê raghand ku ji sercem 550 hezar êzdiyên rûniştiyê Iraqê hena niha 350 hezar kes aware bûne û 6 hezar û 417 kes jî ji aliyê DAIŞê hatine hêsîrkirin. Wî li gotûbêja  bi nûçegihanê IRNAyê re li Hewlêrê got: Ii destpêka hizûra koma terorîstî û tekfîrî ya DAIŞê li Iraqê 1293 êzdiyan canê xwe ji dest dane û heya niha 43 gorên komî yên êzdiyan jî hatine dîtin.

 Xeyrî Bozanî her wiha got: Ji sercema êzdiyên  li Iraqê, 90 hezar kesan terka Iraqê dane û li hundir jî beşeke zav a navendên olî yên êzdiyan ji aliyê DAIŞê hatine kavilkirin.

 Nûnerê êzdiyan li wezareta  Ewqafê ya Dewleta  Herêam Kurdistana Iraqê li bara rewşa  awaeyên êzdî raghand ku piraniya  awareyên êzdî li parêzgeha Dihokê bi cih bûne û mixabin hîn beşek ji wan li halê trikandina  Iraqê ne.

 Xêyrî Bozanî got: Belaya ku DAIŞê aniye serê mabatên êzdî ew neçar kirine ku  jibo parastina  cih û şûn û hurmeta xwe terka Iraqê bidin û ber xwe bidin welatên ewrûpî.

 Sala 2014an piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê grûpa terorîstî û tekfîrî ya DAIŞê, piraniya welatiyên êzdî ji bajarê Şingalê ku cih û meskenê wan ê sereke ye hatien derxistin û aware bûne

 Grûpa  terorîstî û tekfîrî ya DAIŞê li gor fetwaya muftiyên siûdî dest bi kuştina mêr û xortên êzdî kirine û jin û keçên wan jî li bazarên Mûsil û Reqayê wek kenîz û kole firotin.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*