Erdogan:

Amerîka derbarê Minbicê de pêşniyarek li me kir

Amerîka derbarê Minbicê de pêşniyarek li me kir

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di çarçoveya serdana xwe de ji bo Afrîqayê, pirsên rojnamevanan berisvand û got: "Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, di serdana xwe ya dawiyê de ji bo Tirkiyê, ji Enqerê re pêşinyar kir ku Tirkiye û Amerîka bi hev re ewlehiya Minbicê biparêzin."

Li gorî agahiyên medyaya tirkî Erdogan di serdana xwe ya Afrîqayê de pirsên rojnamevanan bersivandin.

Li ser pirsekê Erdoganî got, "amerîkî ji dema Obama û vir ve diyar dikin ku li Minbicê namînin, ew tînine ziman ku yên li wir derxin û vekişînine rojhilatê Firatê. Her çend sozên wiha didin lê hîn YPGê ji wir dernexistine. Trump û tîma wî jî heman tiştî dibêjin, lê ev yek nekete meriyetê."

Erdogan anî ziman ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, di serdana xwe ya vê dawiyê de ji bo Tirkiyê, ji Enqerê re pêşinyar kir, ku Tirkiye û Amerîka bi hev re ewlehiya Minbicê biparêzin.

"Tillerson di serdana xwe ya dawî bo Enqerê de got, ‘em YPGê ji Minbicê derxin û Tirkiye û Amerîka bi hev re ewlehiya Minbicê biparêzin' Min wekû bersiv got, ‘Bila ewlehiya Minbicê bi Minbiciyan re be'"

Berî niha jî Hikûmeta Tirkiyê ji Amerîka xwestibû ku leşkerên xwe ji Minbicê bikişîne ku her leşkerekî Amerîkî li Minbic be û cilên YPG li xwe bike, wê bibe hedefa artêşa Tirkiyê, piştre Hikûmeta Tirkiyê li ser Amerîka pêşinyar kir, ku YPG ji wê deverê bê derxistin û ew navçe ji aliyê Tirkiyê û Amerîka vê were birêvebirin.
............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018